Li Germiyanê di nava 6 mehan de 6 bûyerên kuştinê hatin tomarkirin

Li gorî daneyên 6 mehên îsal li Germiyanê rêveberiya pêşîlêgirtinên tundîtûjiya li ser jinan 6 bûyerên kuştinê û 8 bûyerên şewitandinê tomar kirine.

Nevenda Nûçeyan- Bûyerên kuştin û tundîtûjiya li ser jinan berdewam dikin, ji destpêka sala 2022’an heta niha gelek bûyerên hovane li dijî jinan qewimîn lê belê heta niha nehatiye dîtin ku dadgeh û aliyên pêwendîdar di asta metirsiya rewşê de bi erka xwe rabûne, dane jî mehane nayên belavkirin.

6 meh di ser nîvê sala 2022’an re derbas bû, rêveberiya pêşîlêgirtina tundîtûjiya li ser malbat û jinan daneyên 6 mehan belav kir. Qedexekirina belavkirina nûçeyên kuştin û xwekuştinê ji aliyê wezareta rewşenbîran ve sedemeke din a xirab a zêdebûn û veşartina tundîtûjiyê ye.

Berdevkê rêveberiya pêşîlêgirtina tundîtûjiya li ser jinan li Germiyanê di nava 6 mehên îsal de 6 bûyerên kuştinan tomar kirine.

Her wiha berdevkê rêveberiyê Eyûb Hesên diyar kir ku 3 bûyerên şewatê, 3 bûyerên xweşewitandinê hatine tomarkirin.

Li gorî daneyên rêxistina alîkariya zagonî ya jinan li herêma Kurdistanê di nava 6 mehên îsal de 29 jinan xwe şewitandiye, 32 jin neçarî xwekuştinê mane û 22 jin hatine kuştin.