Li gelek cihan Zeyneb Kinacî hate bîranîn

Jina Kurd a têkoşer û şoreşger Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan li gelek cihan hate bîr anîn.

Navenda Nûçeyan - Zeyneb Kinacî bi nasnav Zîlan di 30 ‘ê Hezîrana sala 1996’an de  di encama çalakiyeke fedayî li dijî leşkrên dewleta tirk a dagirker li Dersim a Bakurê Kurdistanê de pêk anî, jiyana xwe ji dest da. Zîlan di salvegera xwe ya 26'emîn de li gelek cihan hat bibîr anîn.

Mexmûr

Li wargeha penaberan a Mexmûrê mersîmek ya bîranînê hate li darxistin, mersîm li saziya ciwanan hate li darxistin beriya mersîm destpê bike deqeyek rêz hate girtin.

Li ser giringiya rojê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadile Tok axivî û got: “Di şexsê heval Zîlan de em tevahî şehîdên meha Hezîranê bi bîr tînin û bejna xwe li ber ditewînin. Qehremaniya heval Zîlan tenê ne wekî çalakiyekê ye. Emê bi rihê heval Zîlan, her qadê bikin cihê jiyanê û cihê têkoşîna jina azad. Bila dijmin bizane, ew çiqas bi ser me de bê, hêza me hîn xûrtir dibe û em soza bilindkirina têkoşîna Zîlanan didin.”

Piştî axaftina endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadile Tok sînevizyona ku li ser jiyana Zîlan hatî amadekirin hate nîşandan.

Piştre koma kevana Zêrîn bi şanoya xwe derketin ser dikê, piştre ji bi stranên xwe gel coşandin û govaned gerandin.

Merasîma bîranînê bi diruşmeyan bi dawî bû. 

Silêmanî

Li Silêmaniyê bi boneya 26’emîn salvegera şehadeta Şehîd Zîlan merasîmek bîranînê hat lidarxisitn.

Di saetên êvarê de li Silêmaniyê ji aliyê RJAK û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ve bi boneya 26’emîn salvegera şehadeta Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir, piştre nameya ku Şehîd Zîlan li pey xwe de hiştibû hat xwendin.

Her wiha Hevseroka Tevgera Azadî ya Silêmaniyê Şehên Mihemed têkildarî jiyan û têkoşîna Şehîd Zîlan axivî.

Piştî axaftinan li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Zîlan sînevîzyonek hat nîşandan.

Her wiha ji aliyê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ve jî pêşangehek ya wêneyên Şehîd Zîlan hat vekirin.

Kelar

Li navçeya Kelar a Germiyanê ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve bi merasîmekê Şehîd Zîlan di 26’emîn salvegera şehadeta wê de hat bibîranîn.

Di saetên êvarê de li Kafeya Milet a li navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê ji aliyê RJAK’ê ve bi boneya 26’emîn salvegera şehadeta Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpêkir.

Di merasîmê de li ser navê RJAK’ê Suham Ehmed têkildarî jiyan û têkoşîna Şehîd Zîlan axivî. Piştre jî nameya Şehîd Zîlan a ku li pey xwe hiştibû, hat xwendin.