Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat pêxistin

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê gel bi agirên ku pêxistin cejan Newrozê pîrozkirin. Li qadên pirozbahiyê ku dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ lê bilind bûn li dijî hemû êrîşan paşde nekişiyan.

Navenda Nûçeyan- Bi boneya 21’ê Adarê cejna Newrozê li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê agir hatin pêxistin. Kurdên li gundê Kutul yê girêdayî bajarê Xoy agir pêxistin, govend gerandin û dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind kirin. Li navçeya Evinheng ya girdayî bajarê Sîne agirê Newrozê hat pêxistin. Şeve din li gundê Qale Raş ya girêdayî bajarê Serdeşt gel bi agir li çiya Azadî nivîsandin.

Li dijî hemû êrîşan gel ji qadê neçûn

Di çalakiya şevê din ya pîrozbahiya Newrozê de û rejim protesto kirin êrîşî gel hat kirin. Li bajarê Mihabatê gelê ku Newroz pîroz dikir hêzên rejîmê êrîşî wan kir û gule berdan di encamê de ji nav gerseyê herî kêm 400 kes birîndar bûn. Li Saqizê êrîşê gelê ku pirozbahî dikir hat kirin û di encama êrîşa bi gule de 9 kes birîndar bûn. Gel li dijî hemû êrîşan qad netirikandin û dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Ji diktatorê re mirin’ bilind kirin.