Li Erziromê zarokek 6 salî hat qetilkirin

Li navçeya Tekman a Erziromê zarokek 6 salî û kalikê wî di encama êrişek çekdarî de hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Tekmanê ya Erziromê di encama êrişek çekdarî de du kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. Li gundê Xanbega Jêrîn ya bi ser navçeya Tekmanê ve zarokê 6 salî E.E. û kalikê xwe Î.E. yê 80 salî ku li ber mala xwe bûn, ji aliyê ferdên malbata ku xwîniyê wan bûn ve rastî êrişa çekdarî hatin. Zarok û kalikê xwe hatin kuştin û K.E. jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên leşkeran û tenduristiyê sewqî gund hatin kirin û cenazeyê zarok û kalikê wî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê. 

Têkildarî bûyerê 6 kes hatin binçavkirin.