Li Endonezyayê teklîfa zagona nû hat erêkirin

Li Endonezyayê teklîfa zagonê ya ku têkiliya zayendî ya ji derveyî zewacê sûc dibîne hat erêkirin. Ev zagon ji bo turîstên ku diçin welat jî derbasdar e.

Navenda Nûçeyan- Parlamentoya Endonezyayê, zagona ku têkiliya zewacê ya ji derveyî zewacê sûc dibîne erê kir. Der barê kaesên ku dê vê zagonê binpê bikin de salek cezayê girtîgehê dê were dayîn. Aktivîstên mafên mirovan hişyarî kirin ku dê ji ber vê zagonê azadiya ramanê û mafên mehremiyetê werin binpêkirin.

Teklîfa zagonê niha li benda îmzeya serokomar hatiye ye. Li gorî metna esas a ku ajansa nûçeyan a AP’ê gihîştiyê, têkiliya zayendî ya ji derveyî zewacê bi salek cezayê girtîgehê re û ji bo jiyana ji derveyî zewacê ya bi hev re jî 6 meh cezayê girtîgehê tê dayîn. Divê ku ceza yan jî sûcdariya bi zînayê ji aliyê hevjîn, malbat an jî zarokan ve bikevin raporên polîsan.

Endonezya di sala 1845’an ji Holandayê serxwebûna xwe bi dest xist, xwedî nifûsa herî zêde ya welatên misilman e. Zagona dawî ji aliyê koma xebatê ya parlamentoyê ve meha Mijdarê hat amadekirin û parlamenteran bi yekdengî pejirandin.