Li Elmanyayê ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî çalakî hat lidarxistin
Li bajarê Munchenê ya Elmanyayê bi pêşengtiya Komîteya Gaziyan biryara darvekirinê ya li ser Pexşan Ezîzî Şerîfe Muhammedî hat protestokirin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/08/20240802-20240802-20240802-20240726-10-anf-00-03-52-06-still033-jpg3285fd-image-jpg8370c6-image-jpg6748a4-image-jpg00228e-image.jpg)
Navenda Nûçeyan-Protesto bi armanca şermezarkirina cezayên îdamê yên li aktîvîsta mafparêz û rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî hatine birîn û bi daxwaza betalkirina biryara van cezayan hate lidarxistin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê cîhan di vê mijarê de baldartir be. Her wiha kesên beşdarî çalakiyê bûn gelek caran dirûşmeyên; ‘’Bila Bimire Dewleta Îranê’’, ‘’Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor’’ û ‘’Jin Jiyan Azadî’’ berz kirin.
Di 23’yê Tîrmehê de li Pexşan Ezîzî û di 4’ê Tîrmehê de li Şerîfe Muhammedî cezayê îdamê hatibûn birîn. Her du jin jî di dema binçavkirinê ya bi hefteyan de bi êşkenceyên giran û sepanên dermirovî re rû bi rû mabûn.
Xwepêşanderan destnîşan kirin ku divê civaka navneteweyî li dijî binpêkirinên mafan ên li Îranê hîn bi hesas be û diyar kirin ku ew ê li hemberî her cure bêedaletiyan dengê xwe bilindtir bikin.