Li Elkê ji ber nebûna “pisporê/a welidînê’ Dîlan jiyana xwe ji dest da

Li Elkê Dîlan Durmuş, bi hinceta ku “pisporê/a welidînê tune ye” mudaxile lê nehate kirin, ji ber xwîn çûyînê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Jina bi navê Dîlan Durmuş a 30 salî ku ducanî bû, şevê din ji ber êşên welidînê dijiya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê ya Şirnexê. Hate diyarkirin ku bi hinceta ku “pisporê/a welidînê tune ye” mudaxile lê nehate kirin, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan; Dîlan Durmuş a ducaniya cêwiyan bû, zarokekê wê li malê bû. Hêj zarokê wê yê duyemîn çênebûyî rewşa wê giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jê re gotin “pisporê/a welidînê nîne” û mudaxile nehate kirin. Demek piştre jî zarokê wê yê duyemîn li nexweşxaneyê bû. Dîlan Durmuş a di dema welidandinê de xwîn ji hundirê wê çû, jiyana xwe ji dest da.