Li El-Faşêrê êriş birin ser bazarê

Li herêma Darfurê ji ber zêdebûna şîdetê û kûrbûna krîza mirovî, her diçe rewş dijwartir dibe. Di êrîşa bi balafirên bêmirov a Hêzên Piştgiriya Lezgîn a li ser bajarê El-Faşêrê li ser bazara gel de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan— Bajarê El-Faşêr ê dikeve herêma bakurê Sûdanê, di bin dorpêça Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye. Li bajar bûyerên şîdet û kuştina mirovan zêde bûne û felaketeke mirovî heye.

Komîteyeke alîkariyê ya li Sûdanê, ragihand ku 23’yê Îlonê roja Sêşemê, di êrîşa bi balafirên bêmirov a li ser bazara gel de hejmara kesên mirine û birîndar bûne 27 e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bazarek hatiye hedefgirtin.

Komîteyê, bal kişand ku êrîş yek ji berdewamiya binpêkirinên Hêzên Piştgiriya Lezgîn a li dijî sivîlan e û perçeyek ji komkujiyên ku her roj li El-Faşêr û derdora wê li dijî sivîlan ‘komkujiyên sistematik ên tên dubarekirin” e. Hêzên Piştgiriya Lezgîn tu daxuyanî nedan.

Ji 10’ê Gulana 2024’an ve heta niha bajarê El El-Faşêr di bin dorpêça Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye. Tevî hişyariyên ji qada navneteweyî jî dorpêç didome lewre bajar di navbera pênc eyaletên Darfûrê de bûye navenda operasyonan.

Pevçûnên di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji Nîsana 2023’yan ve didomin û di encama van pevçûnan de ji 20 hezarî zêdetir mirov hatine kuştin, 15 milyon kes jî ji cih û warê xwe bûne yan jî bûne penaber. Li gorî xebateke ji zanîngehên Emerîkayê, hejmara miriyan nêzî 130 hezarî tê texmînkirin

Zexta li ser şêniyan zêde dibe

Rewşa mirovî ya li peydext El-Faşêr a bakurê Darfûrê her diçe bi awayekî ku heta niha mînaka wê nîn e xirabtir dibe. Komîseriya Bilina a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, vê rewşê weke felaket bi nav kir. Raporên NY’ê nîşan didin ku bajar di bin dorpêça ji rengê mirinê de ye. Ji ber dorpêçê zexta li ser gel zêdetir dibe. Li gorî rapora NY’ê, krîza mirovî û mirina sivîlan her diçe zêde dibe, înfazkirina mirovan bi awayê kêfî didome, şîdeta nijadî zêde dibe û rewşa mirovî bi awayekî cidî xirabtir dibe.

Gelê li El-Faşêrê yan bi xela yan jî bi nexweşî û xetera bombebaranê re rûbirû ye. Gel an di bin bombebaranê de dimîne yan jî neçar dibe ji ber Hêzên Piştgiriya Lezgîn bireve. Ofîza Mafên Mirovan a NY’ê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi revandina sivîlan û talankirina mal û mulkên wan sûcdar kir.