Li El-Faşêrê 4 jê zarok 13 sivîl jiyana xwe ji dest dan

Li gorî çavkaniyek bijîşkî, di encama topbarana Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ya li dijî bajarê El-Faşerê de 4 jê zarok 13 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Piştgiriya Lezgîn, di du rojên borî d  bi awayekî dijwar êrîşê paytexta Darfour a Bakur EL-Faşêrê ya dorpêçkirî dike. Di encama êrîşê de 4 jê zarok 13 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyên bijîşkî, diyar kirin ku hin top li malên sivîlan ketine û zirara madî ya mezin dane.

Li Sûdanê, ji Nîsana 2023 an vir ve di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de pevçûnên dijwar berdewam dikin. Hêzên Piştgiriya Lezgîn, ji Gulana 2024’an vir ve Faşêr û kampên derdorê dorpêç kirine. Mîsyona Lêkolînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ya Sûdanê, diyar kir ku li kampa Ebû Şûk ya li Faşêrê zêdetirê 300 sivîl jiyana xwe ji dest dane.

RSF’ê ji van mirinan berpirsiyar hatibû dîtin û bi sûcên li dijî mirovahiyê hatibû sûcdarkirin. Her wiha, hat ragihandin ku her du alî jî li deverên qerebalix êrîşên topbaranê pêktîne.

Faşer, yekane bajarê mezin ê herêma Darfûrê ye ku ne di bin kontrola Hêza Piştgiriya Bilez de ye, hîn jî her tim dibe hedefa topbaran û êrîşên leşkerî.

Pevçûn rê li ber mirina bi deh hezaran kesan û ji cihbûna bi milyonan kesan vekir. Di heman demê de bû sedem ku krîza xurek û mirovî ya li Sudanê kûr bibe û şewba kolerayê ya herî xirab a salên dawî derbikeve. Ev rewş êşa sivîlan zêde dike û rê li ber vedike ku rewşa mirovî ya li welat xiraptir bibe.

Ev şer bûye sedema mirina bi deh hezaran û koçberbûna bi mîlyonan kesan. Her wiha krîza mirovî û xwarinê ya Sûdanê girantir kiriye û bûye sedema şewba kolerayê ya herî xirab a salên dawî. Ev yek êşa sivîlan girantir dike û rewşa mirovî ya li welêt hîn xirabtir dike.