Li Ehwazê cudakarî û xizanî gef li pêşeroja perwerdeyê dixwe
Nêzî 50 xwendekarên keç ên ji gundê Barayeh a li navenda Ehwazê ya li başûrê rojavayê Îranê, ji ber nebûna wesayîtên veguhestinên ên guncaw û rewşa aborî ya xirab a civaka herêmî, bi xetereya devjêberdana dibistanê re rû bi rû ne.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Ehwaz a Hûzîstanê ya Îranê, devjêberdana dibistanê ya zarokên keç, dibe sedema fikarbûna malbatan û pêşeroja perwerdehiyê ya zarokên keç dixe xeterê. Malbatan, ji rayedaran ji bo çareseriyên veguhastinê yên ewle û domdar, daxwaza mudaxeleya lez dikin.
Li gorî raporên di medyaya herêmî de hatiye weşandin, nêzî 50 xwendekarên keç ên ji gundê Barayeh a li navenda Ehwazê ya li başûrê rojavayê Îranê, ji ber nebûna wesayîtên veguhestinên ên guncaw, bi xeteriya devjêberdana dibistanê re rû bi rû ne.
Li gundê xwedî nifûsa 3 hezar, tenê dibistanek seretayî heye. Xwendekaran neçar dimînin her roj nêzî kîlometreyekê bimeşin û xwe bigihîjin rêya sereke û piştre ji bo xwebigihîjin dibistana li gundê cîran Bajî, bi saetan li ser rêyek xeternak radiwestin. Malbatan, diyar kirin ku ger ev rewş bivî awayî bidome, ew ê neçar bimînin zarokên xwe yên keç ji dibistanê qûtbikin.
Gelê herêmê, di rewşek aborî ya xirab de ne û nikarin bi tena serê xwe xizmetên veguhastinê bidin. Malbatan, ji bo zarokên wan biçin dibistanê, ji rayedaran daxwaza xizmetên veguhastinê kirin.
Li gorî rapora hatiye weşandin, li gundê Barayehe bi dehan xwendekaran, ji ber nebûna derfeta xwegihandina dibistanê, dev ji dibistanê berdane. Di raporê de, Konseya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyên Îranê, di mijara encamên paşguhkirina mafê perwerdehiyê yê zarokan de hişyariyan da. Konseyê, banga li rayedaran kir ku mîsogerkirina derfetên perwerdehiyê yên wekhev û ewle ya ji bo hemû xwendekaran û bi taybetî jî zarokên keç ên li herêmên bêpar, erkek bingehîn e. Her wiha diyar kir ku berdewamiya vê rewşê, binpêkirinek eşkere ya erkên qanûnî û navneteweyî yên Îranê yên di derbarê mafê perwerdehiyê de ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Ehwaz yek ji bajarên dewlemend a petrolê ya Îranê ye. Rayedaran, rezervên petrolê yên vê herêmê bikar tînin û gelê herêmê jî di nav beşên herî marjînalîzekirî û bêpar ên civaka Îranê de cihdigre. Cûdakariya bipergalî ya li vê herêmê, yek ji sedemên sereke yên xizaniyê ye û gelê herêmê ji xizmetên herî bingehîn ên mîna perwerdehiyê bêpar dihêle.