Li Efrînê zarokek keç hat revandin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê zarokek 13 salî ya ji êla El Bobena ya Ereb revandin. Hat diyarkirin ku dema zarok diçû mizgeftekê hatiye revandin.

Navenda Nûçeyan- Çavkaniyên xwecih ên li Efrîna dagirkirî, diyar kirin ku zarokek keç ya 13 salî ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatiye revandin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku zaroka hatiye revandin, keça kesê bi navê Ehmed Egle ye ku bi navê "Xeyrûe" tê naskirin û ji êla Bobena ya Ereb e. Hat zanîn ku dema zaroka keç diçû mizgeftekê hatiye revandin.