Li Efrînê qirkirina xwezayê: Bi dehan darên zeytûnan hatin birîn

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bi dehan darên zeytûnan birîn û ziyan danê. Mal û milkên şêniyan talan kirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, daxuyanî da û ragihand ku li Efrîna talana xwezayê didome.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku malbatên çeteyên girêdayî dewleta Tirk roja Înê (30 Gulan 2025) li gundê Hesê Mîrkan ê bajarê Mabata ya Efrînê 25 darên zeytûnan birîn. Li gundê Mexar Ceqê jî ji sedî 70 darên şêniyê bi navê Mistefa Hemûd Hemalîko telef kirin.

Heman rêxistinê da zanîn ku çeteyên Sultan Silêman Şah (El Emşat) û kesên li Efrînê bi cih bûne, li heman gundî rezên cotkarên bi navên Ehmed Mihemed, Xelîl Hemdî, Farûq Hemîd, Ferîd Hemo û Mecîd Silêman talan kirin, her wiha  erebe û motorsîkletên şêniyan jî dizîn.

Malbatên çeteyan 28’ê Gulanê jî darên zeytûnan ên şêniyê bi navê Nezîr Mihemed Kinc Xemîs ji kokê ve rakirin.