‘Li Efrînê jiyana welatiyan di metirsiyê de ye’

Cîgira Desteya Jin a Efrîn-Şehbayê Arîn Bekîr a bal kişand ser rastiya dagirkeriya dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî, anî ziman ku li Efrînê jiyana welatiyan di metirsiyê de ye û anî ziman ku wê li dijî dagirkeriyê têkoşînê bilind bikin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Kantona Efrînê ji 18'ê Adara 2018'an ve û heya niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Şêniyên Efrînî, bi taybetî jin ji wê rojê ve heta niha rastî kiryarên îşkence, destdirêjî, revandin û qetilkirinê tên. Li gorî bîlançoya Efrîn News ji destpêka dagirkirinê heta meha Mijdara 2023'an, 42 kesên ku du navbera wan de 7 jin hene hatine revandin, hezar û 650 kes ku ji wan 115 jin û 21 zarok in her wiha 132 kesên bi temen mezin çarenûsa wan heya niha nediyar e. Her wiha gelek ji wan cezayê muebedê li wan hatiye birîn. Lê xuya ye ku hejmara kesên tên revandin, qetilkirin û rastî kiryarên hovane tên ji van daneyên ku tên dayîn zêdetir e.

Dewleta tirk a dagirker ne tenê mirovan, xweza û dîroka herêmê jî dike hedef. Li gorî bilançoya rûpela Efrîn News 24, 72 hezar û 206 dar hatine qutkirin, di nav de 20 hezar û 846 darên zeytûnê  ne.  Wekî din piraniya erdên herêmê hatin şewitendin û çiyayên derdorê tên xirabkirin ji bo avakirina avahiyên mêtingeran. Di heman demê de zêdetirî 29 avahiyên mêtingeran hatine avakirin her wiha armanc bicihkirina nêzî 500 hezar malbatên çeteyan e.

Piraniya erdên herêmê hatin şewitendin û çiyayên derdorê tên xirabkirin ji bo avakirina avahiyên mêtingeran. Di heman demê de zêdetirî 29 avahiyên mêtingeran hatine avakirin her wiha armanc bicihkirina nêzî 500 hezar malbatên çeteyan e.

Cîgira Desteya Jin a Efrîn-Şehbayê Arîn Bekir bi ajansa me re behsa kiryarên dewleta Tirk ên li Efrîna dagirkirî kir.

‘Kiryarên li Efrînê rastiya dagirkeriyê nîşan didin'

Arîn Bekîr di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta tirk ve û wiha got: "Ev bû 7 sal warê zeytûnan Efrîn di bin dagirkeriyê de ye. Bi hovîtiyeke mezin dewleta Tirk bi 72 balafiran êrîşî herêmê kir û gelê wê herêmê hedef girt. Beriya ku Efrîn bê dagirkirin li wê deverê jiyan bi ewle û îstîqrar bû di nava pêkhateyên herêmê de lê mixabin piştî Efrîn hat dagirkirin û çeteyên Erdogan li wir bi cih bûn rojane gelê herêmê rastî kiryaran tê û jiyana wan di bin metirsiyê de ye."

'Li Efrînê gel nikare bi rehet bijî'

Arîn Bekîr diyar kir ku li Efrîna dagirkirî zêdetir jin rastî kiryarên xirab tên û wiha behsa kiryarên dagirkeriyê kir: "Li Efrînê û hemû deverên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatine dagirkirin rojane kiryarên hov û dijmirovî tên meşandin ji qetilkirin, revandin, destavêtin û îşkencekirinê bigre heta her cure xirabî li ser gel tên meşandin. Yên herî zêde para xwe ji van kiryaran digrin  jin in, destirêjî li ser wan tên kirin. Dewleta tirk bi hincetên cuda kesên sivîl li Efrînê binçav dike û wan di îşkenceyên herî xirab re derbas dike. Bûyera dawî ya qetilkirina keçek ji gundê Meydankê bi awayek hov û şewitandina wê di tu qanûnên dunyayê de nayê qebûlkirin her wiha bûyera Cindirêsê jî rû da û hemû kesan dît bi hovane zarok tên qetilkirin. Gel nikare di malên xwe de rehet be."

'Hewl didin ola Êzîdî ji holê rakin'

Di dawiya gotinên xwe de Arîn Bekir behsa guhertina demografîk a li herêmê tê kirin kir û got: "Dewleta tirk a dagirker ji kêliya ku Efrînê dagir kiriye ve heta niha, guhertina demografîk li wir dide meşandin û şûnwar, dîrok, çand û nasnameya Efrînê di esas de dide guhertin û li gorî xwe avahiyan çêdike. Piranî şûnwarên wê hatine rûxandin hinek berhem jî hatin dizîn. Dewleta tirk dixwaze Efrînê bi tevahî biherîne.  Gelê Êzidî li wir herî zêde di kiryaran re derbas dibe, di heman demê de ola Êzidayetiyê li wir tune dike û gelê Êzidî bi darê zorê dike misilman. Mizgeftan li gundên Êzidiyan didin avakirin. Armanc bi van kiryaran guhertina demografîk e. Dewleta tirk hewl dide Efrînê bike parçeyek ji Tirkiyeyê. Lê gelê ku li Şehbayê maye û berxwedana xwe berdewam dike biryara vegera bi rûmet daye û nahêle ku xeyalên Erdogan pêk bên."