"Li Efrîna dagirkirî zexta herî zêde li ser jinan tê kirin"
Reşan Mehmud têkildarî mijara girtin û işkenceya şêniyên Efrînê bi destê dewleta tirk û çeteyên wê axivî û got: "Li Efrînê şênî tên girtin, revandin, işkencekirin, tecawizkirin. Di heman demê de xwaza tê tunekirin û dîrok tê xirakirin."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Bajarê Efrînê beriya dagirkeriya 2018’an cihê bi ewle û hemû pêkhate dikaribûn li hevdû biciviyan û rihê komînal di nava wan de li pêş bû. Efrîn bi şînkahiyên xwe yên wek çandina darên zeytunan û çanda baxçevaniyê dihat nasîn û xemla wê ya sereke jî darên zeytunan bû. Di destpêka aloziya Sûriyê de koçberan berê xwe dan cihê Ewle yek ji wan cihan Efrîn bû. Her wiha beşekî mezin ji gelên Êzîdî jî li Efrînêdi jiyan. Li pêşiya her malekê ne mumkine ku baxçe an darên zeytunê nayên çandin, ji ber ku herî zêde Efrînî bi çandiyê ve girêdayîne. Ji dagirkirina Efrînê û heya vê kêliyê gelê Efrînê bi gef, kiryar û işkenceyan re rû bi rû dimînin, jin jî herî zêde para xwe ji van kiryaran digre. Roj derbas nabe ku hemwelatî neyên binçavkirin, kesên ku tên bi çavkirin, ji bilî işkence û hemû kiryarên bê exlaqiyê fidye ji wan tê xwastin. Li rex van kiryaran jî şêniyên ku di nava zeviyên xwe de dixebitin tên kuştin û piştî bi rojan kuştî tên dîtin. Di girtîgeha Raî ya Ezazê de êdî cîh nemaye lê kiryarên dij mirovahî li Efrînê didome. Di vê çarçoveyê de Reşan Mehmud a xebatên jinan dide meşandin nirxandin kir.
"Pirojeyên Osmaniya nû li Efrînê dixin meriyetê"
Reşan da zanîn ku dewleta tirk xwast bi dagirkirina Efrînê re pirojeyên xwe berfireh bike û wiha got: "Di sê salan de li Efrînê hemû rê û rêbazên hovane lê hatin qewmandin, ji işkence, revandin, lêdan, tecawiz, qetilkirin, destdirêjî li ser mal û milkên wan. Xirakirina çanda û dîroka Efrînê ya resen. Bajarên ku bi taybetmeniyên xwe tên naskirin ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wî ve tên xirakirin û wêrankirin. Destpêka dagirkirina axa Efrînê guhertineke demografî hat çêkirin, ev guhertin di hemû warên de tevlîhevî û ne istiqrar da avakirin. Şerên ku hatine kirin û tên kirin jî zagonên xwe hene, tu carî nayê qebulkirin ku destdirêjî li ser mal û milkên şêniyan bê kirin, na be ku zarok di şeran de werin kuştin an go sêwî bimînin. Nexşe riyeke nû li Efrînê tê çêkirin, da ku ev ax têkeve nava axa turkiyê, em dizanin ku ev pirojeyên ku nahatine bi destxistin îroj dewleta tirk bi serkêşiya çeteyên xwe dixwaze wan pirojeyan vegerîne. Li ser hesabê xwîna hemwelatiyên herêma Efrînê, piroje têne avakirin. Çete behsa ol dikin, lê bi rêka ol de hemû kiryarên dermirovahî tên kirin, di bin vanê ol de, bi taybet jin di bin navê ol de tê qetilkirin û revandin."
"Bi van sepandinan Efrînê ji rastiya wê dur dixin"
Reşan di nava axaftinên xwe de behsa rewşa jinan li Efrînê kir û pêde çû: "Jin di destê çeteyan de bûye wek amur, tê kirîn û firotin, dixwazin wek ku li Şengalê kirin û îroj li Efrînê bidomînin. Ji xwe ew kiryarên ku li herêmên Ereban hatin pêkanîn li Efrînê xwe dubare dike. Eynî kes eynî şêwe tê bi karanîn, ji cihên reş bigre, ji işkenceyan bigre û heya ji xirabkirina xwazayê. Li vir xuyaye ku çete an go dewleta tirk dixwaze bi rêka girtina jinan dixwazin xirabûnê çêbikin. Ji ber ew bi çavekî biçuk li jinan meyze dikin an go jinê wek namus dibînin. Kurdên li Efrînê bi hovîtiya dewleta tirk re rû bi rûne, yê ku neyê kuştin jî fidya dide, ji bo ji destê wan bê rizgarkirin divê pereyan bide. Çeteyên dewleta tirk bi navê ku polîsin, gel didin revandin, ji bo tirsê bixin nava dilê şêniyan her roj kiryarên dij mirovî pêk tînin, nahêlin ku Efrînê nefes bigrin. Dema ku Efrîn hat dagirkirin û hemû dewletên navnetewî bê deng bû, ew bi xwe hevkariya wan bi tirkiyê re bû, îroj dîsa ew hevkarî xwe dide der. Di kesayeta jin de Efrînê didin xirakirin, girêdana jin û xwazayê ji hevdû qut dikin. Hewl didin ku Efrînê ji eslê xwe derkevin di milê çand, exlaq, hebûn, nasneme û hwd."
"Welatiyên di Efrînê de mane bê nefes hiştine"
Reşan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî bi rêka ol jinan dixin bi desthiladariya xwe û hemû xirabiyan bi ser jinan de dikin: "Jin-dayik xwedawenda civakê bû, îroj jin li herêmên dagirkirî bûye wek amurê lîskandinê. Koletiya bi hezaran sal ku em hewl didin bidin guhertin, çete dixwazin lêvegerînekê bidin çêkirin, êdî nêrîn, nîqaş an go rengê jin bê tune kirin. Jina hana pêşenga civakê dikir û bi işkenceyan re rû bi rû dimînin. Beriya Efrîn bê dagirkirin, qaşo dê dewleta tirk ewlehiyek ji bo gelê herêmê pêk bianiya, lê em niha bala xwe pêdin ku ji bilî wêrankirin û talankirin ti tişt xuya nake, qaşo hemleya bi navê şaxên Zeytunan dan destpêkirin, îroj ew şax tên qutkirin û şewtandin. LI kijan cihî dewleta tirk û çeteyên wî hebin, li wir kuştin, destdirêjî, şer, tirs û serjêkirin heye. Bi rêka piropoganda gel didin xapandin û hemû cûreyên hov bi ser wan de didin meşandin. Piştî dagirkinê bi çend mehan, çeteyan dest bi hilweşandina peykerê Kawa Hesin kar kirin, ew peyker nîşaneya gelê Efrînê yê pîroz bû, çi tiştên pîroz an go dîroka Efrînê dide nasîn çeteyan xirab kirin. Dixwazin gelê Efrînê di dîrokê de winda bikin."