‘Li Efrîna dagirkirî şeş sal in sûc û kiryarên dewleta tirk berdewam dike’

Di salvegera dagirkirina 6’emîn de, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyeyê belgeyên binpêkirinên ku dewleta Tirk ji Tebaxa 2018’an ve li Efrînê kirine ji ajansa me re eşkere kir û got ku raya giştî ya navneteweyî xwedî helwesteke cidî nîn e.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wî ve di 18’ê Adara 2018’an de hat dagirkirin. Piştî ku Efrîn û navçeyên wî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin dagirkirin, bû cihê sûcê li dijî mirov, xweza, dîrok û her tiştê heyî. Ji kuştinê bigre heta revandina mirovan, piştî dagirkirina Efrînê binpêkirinên li dijî mirovan û xwezayê didomin.

‘Li Efrînê 158 jin hatin kuştin 275 revandin û 238 jî birîndar bûn’

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyeyê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê li dijî jin, mêr û zarokan li Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ji dema dagirkirina Efrînê ve heta niha belge kir.

 

Li gorî daneyan, ji sala 2018’an ve heta 16’ê Adara vê salê; 158 jin hatine kuştin, 275 hatine revandin û 238 jin jî hatine birîndarkirin. 143 zarok hatine kuştin, 91 hatine revandin û 318 zarok jî hatine birîndarkirin. 215 mêr hatine kuştin, 1223 revandin û 215 mêr jî hatine birîndarkirin.

‘Ên ku herî zêde zirarê dîtin jin in’

Endama Beşa Belgeyan a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyeyê, Bêrîvan Reşo li ser şeşemîn salvegera bajarê Efrîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: “Beriya  6 salan dewleta Tirk bajarê Efrînê dagir kir. Ev dagirkirin bû sedema koçberkirina bi hezaran şêniyên Efrînê yên resen. Gelek ji wan neçar man dest ji ax, mal û milkên xwe berdin. Ên ku herî zêde zirar dîtin jin bûn. Li kêleka kuştin, revandin û birîndarkirinê bi dehan jinên bê sûc û guneh ketin zindanan. Sûcê wan tenê ew bû ku Kurd bûn. Em li dijî van kiryaran in û bi tu awayî qebûl nakin. Ev sûcên ku li herêmên dagirkirî tên kirin li dijî mirovahiyê ne.”

‘Em dosyayên binpêkirinên ku hatine belgekirin ji rayedarên têkildar re dişînin’

Bêrîvan Reşo da zanîn ku ew binpêkirinan belge dikin, bi hevkariya çend sazî û dezgehên ku bi taybetî bi van dozan re li herêmê têkildar in û wiha pê de çû: “Em hemû binpêkirinan li gorî çavdêr û saziyên ku me bi wan re têkilî danîne, belge dikin. Paşê ev belge jî hemû dibin weke dosyayên dozê û em ji aliyên berpirsyar ên mafên mirovan re dişînin. Her dem em hewl didin bişînin ji gelek saziyan re bi taybetî yên ku bikaribin alîkariya gelê Efrînê bikin. Her wiha em nameyên xwe ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî re dişînin.”

‘Mafê vetoyê ji bo berjewendiyan nayê bikaranîn’

Bêrîvan Reşo bal kişand ser bêdengî û dirûtiya navneteweyî, bi taybetî ya dewletên garantor li herêmê û got: “Binpêkirinên ku li bajarên dagirkirî tên kirin li ber çavan e, li ser tora civakî hemû belge hene bi wêne û dîmen. Mîna herdu jinên ku cezayê muebedê li wan hat birîn li Efrînê lê bêdengî heye. Dewletên garantor li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê dikarin mafê vetoyê bi kar bînin li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li herêmê lê ew wî mafî bi kar naynin. Sedema vê yekê jî rojev û berjewendiyên hevbeş ên van dewletan bi Tirkiyeyê re ne, ev pêşîlêgirtin xizmeta wan nake loma jî bêdeng mane. Mixabin tevger û rêxistinên jinan ên cîhanî jî helwesteke cidî li dijî jinan û gelê Efrînê nîşan nadin.”

Bêrîvan Reşo axaftina xwe bi vê peyamê bi dawî kir: “Em berxwedana gelê Efrînê silav dikin û ji wan re dibêjin ku helbet dê rojekê vegerin ser axa xwe ji ber ku ev mafê wan e.”