Li Efganîstanê tundiya mêr: Piraniya kiryaran endamên Talîbanê ne

Li Efganîstana ku Talîbanê bi rê ve dibe, şîdeta li dijî jin û zarokan her ku diçe zêde dibe. Di mehekê de li bajarên cuda 11 jin hatin qetilkirin, jinek û zarokek jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dan. Piraniya sûcdaran endamên Talîb

BAHARÎN LEHIB

Kabûl – Piştî ku Talîbanê di 15’ê Tebaxa 2021an de dest danî ser rêveberiya Efganîstanê, li welêt zext, qedexe, komkujî, tacîz û sûcên tecawizê yên li ser jinan zêde bûn. Li gorî çeteleya ku servîsa Farsî ya ajansa me NÛJINHA'yê ya li ser nûçeyên ku teyisîne kom kiriye; Di meha sibatê de li Efganîstanê 11 jin hatin qetilkirin, jinek û zarokek jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dan. Di pirraniya bûyeran de kesên sûcdar endamên Talîbanê ne.

Bûyerên ku di çapemeniyê de hatin weşandin wiha ne:

*2’ê Sibatê: Li navçeya Alîşar a girêdayî parêzgeha Xostê di êrîşa çekdarî ya li dijî malbatekê de 3 jin hatin qetilkirin.

*3’ê Sibatê: Jina ciwan a ku nû zewicîbû û rastî şîdetê hat li navçeya Zharî ya parêzgeha Kandaharê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Mirina wê wekî "întîxar" hat qeydkirin.

*3’ê Sibatê: Endamên Talîbanê li navenda bajarê Çarikar ê parêzgeha Perwanê ketin mala welatiyekî. Di encama nîqaşa ku li vir derket de endamên Talîbanê jinek kuştin û hevserê wê jî birîndar kirin.

*4’ê Sibatê: Fermandarekî Talîbanê li navçeya Qads a parêzgeha Badghisê di malekê de du jin kuştin.

*6’ê Sibatê: Çekdar li bajarê Taleqan ê parêzgeha Texarê ketin malekê û jinek 60 salî û hevjînê wê yê 73 salî kuştin û destdirêjiyê li keça wan a 13 salî kirin.

*6'ê Sibatê: Li navçeya Çapa ya Kunarê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye ve hat qetilkirin.

*11'ê Sibatê: Li navçeya Baglan a Kunduzê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye ve hat qetilkirin. Hat hînbûn ku jin nû zewiciye.

*12’yê Reşemî: Li navçeya Nurgram a parêzgeha Nuristanê di encama şer û pevçûnên navbera du malbatan de jinek û 2 zilam hatin kuştin.

*15'ê Sibatê: Li Bamyanê keça bi navê Mehdiye ya 17 salî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Mirina Mehdiye wek "întîxar" hat qeydkirin.

*17'ê Sibatê: Li navçeya Kameh a Nangarharê jineke ciwan bi amûra birînê hat qetilkirin.