Li Efganistanê qetlîamên jinan zêde dibe

Li Efganistana di bin rêveberiya Talîbanê de qetlîam û mirinên bi guman ên li dijî jinan zêde dibe, tenê di meha Adarê de 3 jin û zarokek keç hatin qetilkirin û mirina bi guman a 3 jinan jî wek 'întîxar' hate tomarkirin.

BAHARÎN LEHÎB

Efganistan – Li Efganistanê ku roja Talîbanê rêveberiya welat desteserkir vir ve binpêkirinên wek tundiya li dijî jinan, qetlîam, tacîz, tecawiz, binçavkirin, îşkence, revandin û hwd. roj bi roj zêde dibe, zêdebûna mirinên bi guman jî bale dikşîne.

Me qetlîam û mirinên bi guman ên jinan a di meha Adarê de di çapemeniyê de cih girtin, berhev kir.

*2'ê Adarê: Jina bi navê Rana ya 18 salî, li mala xwe ya herêma çaremîn a bajara Kabîlê ji pace bi awayekî guman ket xware û jiyana xwe ji dest da. Derkêt holê hatiye xwestiye jinan ciwan bi awayekî zorê bê zewicandin.

*10'ê Adarê: Jina bi navê Tahmîna li navçeya Rukh a Panjshirê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

*17'ê Adarê: Li Herêma 8’emîn a bajara Celalabasê Shokoofeh a 27 salî ya dayika 3 zarokan, ji aliyê mêrê ku pêre zewicî bi guleyê hate qetilkirin.

*18’ê Adarê: Li navçeya Almar a Faryabê jinek nasnameya wê nehat eşkere kirin, ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.

*19’ê Adarê: Li navenda parêzgeha Badgisê mêrek keça xwe ya 7 salî qetilkir.

*19'ê Adarê: Jina binavê Nasreen a 30 salî li navçeya Koz Kunar a eyaleta Nangarharê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Hate diyar kirin jina ciwan rastî tundiya nava malê hatiye.

*20’ê Adarê: Li navçeya Kuzkanar jina binavê Fereşta ya 29 salî ji aliyê mêrê ku pêre zewicî xezûrê xwe ve bi amûra birînê hate qetilkirin.