Li Efganistanê kûrbûna aloziya koçberiyê

Li Efganistanê krîza koçberiyê di salên dawî de bûye yek ji krîzên mirovî yên herî kûr. Vegera ku bi hezaran li Efganiyan tê ferzkirin di demeke ku welat bi gelek krîzan re rû bi rû ye, her wiha rewşek mirovî ya nîgeran derxistiye holê.

BAHARAN LEHÎB

Efganistan – Koçberî li vî welatî diyardeyeke dîrokî ye, lê di dehsalên dawî de pir belav û aloz bûye. Bi milyonan Efganî ji ber şert û mercên dijwar ên jiyanê neçar mane ku welat biterikînin û ev pêvajo hê jî berdewam dike.
‘Koçberî bû rêyek ji bo rizgarkirina jiyan û revîna ji şer û bêkariyê’
Nearamiyên navxweyî û vegera Talîbanê li ser desthilatê gel xist rewşek bêaram a mayînde. Piştî darbeya 7’ê Îlona sala 1978–1979’an û dagirkeriya leşkerî ya Sovyetê ya ku piştre di 6’ê Çileya 1979–1980’an de, koçberî ji diyardeyeke sînorkirî, veguherî koçberiyeke berfireh û bi darê zorê. Berî wê, tenê hejmareke kêm ji Efganiyan ji bo perwerde an ji bo lêgerîna ji bo kar welat diterikandin, lê piştî van pêşketinan, koçberî bû rêyek ji bo rizgarkirina jiyanan û reva ji şer û bêkariyê. Faktora duyemîn krîza aborî û xizaniya zêde ye. Hilweşîna avahiya aborî, bêkariya berfireh û nebûna derfetên kar, nemaze piştî sala 2021’an, gelek kes neçarî koçberiyê bûn.
Sînordarkirinên siyasî û civakî bi taybetî ji bo jinan
Faktora sêyem jî sînordarkirinên civakî û siyasî yên bi taybetî ji bo jinan in. Qedexekirina perwerde, kar û beşdariya jinan di civakê de, bûye sedem ku gelek malbat biryar bidin ku ji bo mîsogerkirina pêşerojek çêtir welatê xwe biterikînin. Guherîna avhewayê jî roleke girîng di zêdebûna koçberiyê de lîstiye. Ziwabûnên dubare û zêde, kêmbûna avê û wêrankirina erdên çandiniyê debara jiyana şêniyên gundan tehdît kir û wan neçarî koçberiyê kir.
‘Koçberî peyveke bi êş û azarê ve girêdayî ye’
Koçberî wek peyve ku ji bo gelek Efganan bi êş û azarê ve girêdayî ye. Piştî aloziyên siyasî û leşkerî yên dehsalên borî, bi milyonan kes neçar man ku koçî welatên cîran ên wekî Îran û Pakistanê, her wiha li welatên Ewropî û Neteweyên Yekbûyî yên Emerîkayê bibin.
Di şerên navxweyî yên di navbera desthilatan de di salên  1992-1996’an de, bajarê Kabîlê bû
yek ji deverên herî wêranbûyî. Di vê serdemê de, koçberî ne tenê ji bo rizgarkirina jiyanan,  di heman demê de ji bo parastina şeref û rûmeta mirovan jî bû mîna pêwîstiyek. Di 7’ê Îlona 1996’an de, bi hatina Talîbanê ser desthilatê re, pêlek nû ya koçberiyê dest pê kir. Li Mezar-Şerîf, Bamyan û deverên bakurê Kabîlê, bûyerên kuştinên berfireh hatin ragihandin û bi hezaran malbat neçar man ku ber bi sînorê Pakistanê ve birevin. Gelek ji van kesan di şert û mercên pir dijwar ku di nav de nebûna av û xwarinê jî hebûn, mirin.
Di sala 2001’an de, bi hatina NY’yê û avakirina hikûmeteke nû re, rewş kêm be jî baştir bû. Heta sala 2005’an, hejmareke mezin ji penaberan ji welatên cîran û heta ji Ewropayê vegeriyan Efganistanê û li welatê xwe  ji nû ve dest bi jiyana xwe kirin . Li gorî raporek ku ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve di sala 2012’an de hatiye weşandin, hat diyarkirin ku di navbera salên 2002 û 2012’an de zêdetirî 5.7 milyon penaberên Efganî vegeriyan welat, ku ev yek ji mezintirîn tevgerên vegerê yên cîhanê tê hesibandin.


Pêleke nû ji koçberiyê
Lê belê, ev meyl wiha berdewam nekir. Ji sala 2014’an û pê ve, pêlek nû ya koçberiyê bi zêdebûna bêewlehiyê, êrîşên xwekujî, teqîn, rêze kuştinan, revandin û zêdebûna sûc dest pê kir.
Di sala 2021’an de û bi vegera Talîbanê ser desthilatê re, rewşa koçberiyê bi awayekî bêhempa krîtîk bû. Di rojên pêşîn ên dagirkirina Kabîlê de, bi hezaran kes ber bi balafirgehê ve herikîn û hewl dan ku ji welat derkevin. Di vê navberê de, qerebalixiya zêde û teqînan bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn. Di  nav wan de jin û zarok jî hebûn. Pêvajoya veguhestina Efganiyan bi rêya balefirên leşkerî yên Emerîkî demekê berdewam kir û hejmareke mezin ji wan bo welatên cûda, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî yên Emrîkayê, hatin veguhestin.
Li gorî raporek ku ji hêla Xizmeta Lêkolînên Kongreya Dewletên Yekbûyî (CRS) ve di Adara sala 2025’an de hatiye weşandin, bi hezaran Efganiyên ku ji bo NY’yê hatine veguhestin, hê jî di rewşa rûniştinê ya demkî de ne û li ser pêşeroja xwe bi nezelaliyê re rû bi rû ne.
Dersînorkirina girseyî ya koçberan ji Îran û Pakistanê

Di dehsalên borî de, Efganî bi giranî ber bi welatên cîran, bi taybetî jî koçberî Îran û Pakistanê ve çûbûn. Welatên ku ji bo bi milyonan koçberên Efganî mazûvaniyê kirine. Lê belê, di salên dawî de, polîtîkayên hişktir li hember wan hatine pejirandin û ketin meriyetê.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) di raporek ku di Mijdara sala 2023’yan de parve kiribû de ragihand ku zêdetirî 1.3 milyon Efganî ji Pakistanê vegeriyane Efganistanê, beşek mezin ji vana, vegera bi darê zorê bûne. Her wiha, Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di raporek ku di Hezîrana sala 2024’an de weşandibû de hişyarî da ku pêvajoya vegerandina koçberan ji Îranê jî bi girîngî zêde bûye, ku di hin rojan de zêdetirî 10 hezar kes bi riya sînorê Îslam Qelaa derbasî Efganistanê dibin.

Ev veger tev di demekê wisa de pêk tên ku Efganistan nikare vê nifûsa mezin hilbigre. Nebûna stargeh, kar û xizmetên bingehîn, jiyana kesên ku vedigerin warên xwe, xistiye krîzek cidî.
Penaberên Efganî li Ewropa û DYE’yê di bin gefa dersînorkirinê de ne

Ji bilî welatên cîran, gelek Efganî li welatên Ewropî jî bi rewşek ne diyar re rû bi rû ne. Li hin welatan, pêvajoya redkirina serlêdanên penaberiyê zêde bûye û hejmarek penaber bi xetera dersînorkirinê re rû bi rû ne. Human Rights Watch di raporek ku di Sibata sala 2024’an de weşandibû de diyar kir ku vegera Efganiyan bo Efganistanê di bin desthilatdariya Talîbanê de dikare wan bi xetereyên cidî yên zilm û binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû bihêle. Li DYE’yê rewşa gelek Efganiyên ku piştî sala 2021’an hatine veguhastin hê jî ne diyar e û ew bi pêşerojek ne diyar re rû bi rû ne.
Vegera  welatek ne ewle

Vegera penaberan bo Efganistanê xetereyên cidî bi xwe re tîne. Raporên lêpirsîn, çavdêrî û heta gefên li dijî kesên ku vedigerin, nemaze yên ku li derveyî welat xebitîne an jî bi rêxistinên navneteweyî re hevkarî kirine, hene.

Talîbanê îdîa kir ku ewlehî peyda kirine, lê gelek kesên ku vedigerin, wisa hîs nakin. Bi taybetî jin û çalakvanên civaka sivîl bi sînorkirinên giran û tirsa ji tepeserkirinê re rû bi rû dimînin. Rewşa jinên ku vedigerin, pir dijwartir e. Ew ne tenê bi xizanî û bêkariyê re rû bi rû dimînin, di heman demê de bi sînorkirinên civakî yên giran re jî rû bi rû dimînin ku derfetên jiyana wan bi giranî hatine sînorkirin.


Zarok ji perwerdê bêpar mane
Zarokên ku vedigerin jî ji perwerdê bêpar dimînin. UNICEF’ê di raporekê de ku di Çileya sala 2025’an de hatiye weşandin de, hişyarî da ku bi milyonan zarok li Efganistanê ji gihîştina perwerdeyê bêpar in û vegera bi darê zorê ya penaberan vê rewşê xirabtir kiriye.
Her çend derî û dîwarên Kabil û parêzgehên din bi dirûşmeyên pêşwazîkirina penaberan hatine xemilandin jî, piştî vegera penaberên ji Îran û Pakistanê, tevî hewldanên mezin ji bo veşartina van celebên sûcan, bi dehan rapor li ser kuştin û girtina leşkerên berê, çalakvanên sivîl, rojnamevan û yên din hatine weşandin.
Rêyên koçberiyê yên xeternak

Rêyên koçberiyê ji bo Efganiyan pir xeternak in. Bazirganiya mirovan, derbasbûna ji sînorên ne ewle û xetereyên ku jiyanê tehdît dikin beşek ji rastiya dijwar a van rêyan in. Gelek koçber di van rêyan de jiyana xwe ji dest didin an jî bi salan li welatên xwe yên armanc bi statuyek qanûnî ya ne diyar re rûbirû dimînin.
Encam

Di dawiyê de, krîza koçberiyê ya Efganistanê qeyraneke piralî ye, ji hêla faktorên navxweyî û derveyî ve tê birêvebirin. Şer, xizanî, bêaramiya siyasî, astengiyên civakî û polîtîkayên welatên mêvandar ên sînordar hemî beşdarî krîzê dibin. Çareseriyek mayînde ji bo vê krîzê di avakirina aştiyê, baştirkirina aboriyê û mîsogerkirina mafên mirovan de li Efganistanê de ye. Wekî din, mijara koçberiya bi darê zorê û vegerê dê berdewam bike û bi milyonan efganî dê ji bo lêgerîna jiyanek ewle û bi rûmet bêwar bimînin.