Li Efganistanê ji ber lehiyê 62 kesan jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Baghlan a bakurê Efganistanê ji ber lehiyê herî kêm 62 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.

Navenda Nûçeyan - Berpirsê kontrolkirina karesatên xwezayî ya Talîbanê ya li parêzgeha Baglanê Hedayetullah Hemderd, ragihand ku ji ber lehiya li parêzgeha bakurê Efganistanê rabûye herî kêm 62 kes jiyana xwe ji dest dane. Hedayetullah Hemderd, diyar kir ku hejmara mexdûrên lehiya vê eyaletê zêde bûye û da zanîn ku herî zêde jin û zarok bi bandor bûne.

Berpirsê Talîbanê, da zanîn ku hêzên lêgerîn û rizgarkirinê bi alîkariya polîs û leşkeran xebatên rizgarkirina kesên di nava herî û kavilan de didomînin.

Li parêzgeha Bedexşan û eyaleta Ghor a navendê jî barana zêde û lehî bûn sedema zirarên mezin. Serokê Daîreya Rêvebirina Qeyranan a li Bedexşanê Mihemed Ekrem Ekberî, ragihand ku lehî li hinek deveran bûye sedema zirareke madî ya gelek mezin.

Meha borî Helmand jî di nav de li 10 parêzgehên Efganistanê, ji ber barana zêde û lehiyê nêzî 100 kes jiyana xwe ji dest dabû.

Rayedarek Wezareta Karên Navxweyî ya Talîbanê jî ragihand ku li Kabîlê di lehiyê de heta niha der barê hejmara mexdûrên lehiya li Kabulê de tu agahî nehatine parvekirin.

Alîkariyên ku tên şandin ji aliyê Talîbanê ve tên desteserkirin

Di Tebaxa 2019’an de piştî hêzên navneteweyî ji Efganistanê vekişiyan, Talîbanê ji nû ve rêveberiya welat desterser kir û gelek saziyên alîkariyê yên civaka navneteweyî ji vî welatî derketin. Li Efganistanê ji bo kontrolkirina encamên guherîna avhewayê çavkanî û tesîsên têrker tune ne û kesên bi bandor dibin di rewşên qeyran û karesatê de nikarin alîkariyê bigrin. Alîkariyên rêxistinên navneteweyî jî ji aliyê Talîbanê ve tên desteserkirin.