Li Efganistanê gefa mirinê li xebatkarên jin ên NY’ê tê xwarin
Li paytexta Efganistan Kabîlê, jinên ku bi navê Neteweyên Yekbûyî dixebitin, rastî gefa destdirêjî û mirinê tên.

Navenda Nûçeyan – Li Efganistanê zextên li dijî jinan her diçe zêde dibin. Li paytexta Efganistan Kabîlê, jinên ku li ser navê Neteweyên Yekbûyî dixebitin, rastî gefa destdirêjî û mirinê tên. Piştî gefan hinek personelên jin karê xwe bi rengekî demkî rawestandin û projeyên alîkariyê yên navneteweyî rastî rîskek cidî hatin.
Li gorî agahiyên sê saziyên cuda yên Neteweyên Yekbûyî (NY), dawiya meha Gulanê sê xebatkarên jin ên ji navenda NY'ê ya Kabîlê derketin, heta mala xwe hatin şopandin. Kesên ku tê gotin bi çek bûn bi gotina 'Eger tu sibê werî kar tu yê bê kuştin' gef li jinan xwarin. Her wiha hewl dan bav, hevjîn û birayên jinên dixebitin bên îqnakirin ku jin nexebitin. Dîmenê van kêliyan jî hatin kişandin.
Tê gotin, temamiya van jinan Efgan in û li ajansên navneteweyî dixebitin. Mîsyona Efganistanê ya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UNAMA) diyar kir ku wan bûyer ji rayedarên Talîbanê re ragihandine û lêpirsîn hatiye destpêkirin. Wezareta Karên Hundir a fîîlî ya Talîbanê jî anî ziman ku gefxwarina li xebatkarên Neteweyên Yekbûyî nayê qebûlkirin û berpirsyar wê bên cezakirin.
Lê belê heman rejîma Talîbanê di Nîsana 2023'an de gelek biryarên ku kar li jinan qedexe dikin girtin, ji ber wê jî ev êrîş jî weke beşek ji vê zextê tê dîtin. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres beriya niha diyar kiribû ku ev qedexe nayên qebûlkirin û dûrî aqil in.
Ji ber gefên tên xwarin gelek ajansên weke Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) dest bi modela karkirina li malê ya demkî ya xebatkarên jin kir. Di daxuyaniya WFP'ê de wiha hat gotin: “Bêyî personelên me yên jin, ne pêkan e ku alîkariya mirovî bigihîje jinan.” Hat ragihandin ku tenê di sala 2024'an de WFP'ê xwe gihîştandiye 10 milyon jin û zarokan.