Li Efganistanê 14 jê jin 63 kes li qada giştî hatin qamçîkirin

Li Efganistanê 14 jê jin 63 kes li qada giştî hatin qamçîkirin. Ji sala 2021’ê û vir ve cara pêncan e ku bi komî ji aliyê Talîbanê ve mirov tên qamçîkirin.

Navenda Nûçeyan - Piştî ku Talîban di sala 2021’ê de li Efganistanê careke din bû desthilatdar, dest bi kiryarên ku rûmeta mirovî binpê dikin, bi taybetî yên li hemberî jin û zarokên keç kir. Talîban bi kiryarên ji dema desthilatdariya xwe ya salên 1990’î ve, bi cezayên giran ên weke darvekirin, qamçîkirin û recimkirinê pêkanînên xwe didomîne.

14 jê jin 63 kes li qada giştî hatin qamçîkirin

Di daxuyaniya xwe de, Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Efganistanê (UNAMA) diyar kir ku di rojên dawî de li Efganistanê 63 kes ku 14 ji wan jin bûn, ji aliyê Talîbanê ve li qada giştî hatine qamçîkirin. UNAMA’yê di daxuyaniya xwe de cezayê qamçiyê ku li stadyûmeke li Eyaleta Sar-i Pol li bakurê welat tê sepandin, şermezar kir û got: “Em careke din dubare dikin ku em cezayê fizîkî şermezar dikin û banga rêzgirtina li erkên mafên mirovan ên navneteweyî dikin.”

5’emîn cezayê li qada giştî

Hat destnîşankirin ku ji sala 2021'ê û vir ve dema ku Talîban desthilatdarî bi dest xist, ev cara 5’emîn bû cezayê wiha tê kirin. Dadgeha Bilind a Talîbanê ragihand ku kesên nasnameya wan nehat eşkerekirin ji ber sûcên weke “têkiliyên hevzayendî, zîna û diziyê” cezayê qamçiyê li wan hatiye birîn.

‘Armanca bingehîn afirandina tirsê ye’

Rêvebera berê ya Komîsyona Mafên Mirovan a Serbixwe ya Efganistanê û parêzvanê mafên Efganistanê Şehrazad Ekber diyar kir ku armanca sereke ya Talîbanê ‘afirandina tirsê’ ye û got: “Şêweyê rêveberiya Talîbanê li dijî mafên mirovan e. Mafên mirovan û rûmeta mirovî ya jin û mêr ji bo wan tu girîngiyek xwe nîn e.”