Li DYA yê jin ji bo mafê kurtajê li kolanan in

Piştî biryara Dadgeha Bilind a DYA yê ya li ser qedexekirina kurtajê jin daketin qadan.

Navenda Nûçeyan - Pêşnûmeya Dadgeha Bilind a Amerîkayê ya ji bo betalkirina biryara Roe-Wade ya sala 1973’an ku bi destûra bingehîn mafê kurtajê garantî kiribû, derket çapemeniyê. Piştî ku pêşnûme derket çapemeniyê, li eyaleta New Yorkê bi hezaran kes ji bo parastina mafê kurtajê daketin qadan.

Jinan diyar kirin ku ew ê di çalakiyan de li dijî qedexeyê bisekinin û destnîşan kirin ku kurtaj mafekî bingehîn e. Li paytext Washingtonê komek jin li ber avahiya Dadgeha Bilind kom bûn.