‘Li dijî zirarên medyaya dîjîtal hişyarî divê’
Berpirsa Ofîsa Mafên Mirovan a Helebceyê Gulistan Mihemed, behsa ziyanên medyaya dîjîtal kir û got: “Pêwistî bi şiyarkirina malbatan û derxistina zagonên nû yên li ser bikaranîna amûrên ziyanê didin heye.”

RÊJNE SELAM
Helebce – Medyaya dîjîtal dinyayek berfireh a torên civakî ye. Di dema pêşketina teknolojî û înternetê de êdî kes mirov ji jiyanê bêzar bûne ber bi bikaranîna medyaya dîjîtal ve diçin û ji kesayeta xwe ya rast dûr dikevin.
Tesbît bûye ku di cîhanê de 27 milyar ji torên medyaya dîjîtal Facebookê bi kar tînin, 2 milyar Whatsappê, 2 milyar Instagramê, 1,6 milyar Tîktok, 690 milyon Snapchat, 433 milyon kes ji amûrên teknolojiyê ku ziyanê didin mejiyê civakê bi kar tînin.
Berbirsa Ofîsa Mafên Mirovan a Helebceyê Gulistan Mihemed behsa ziyanên medyaya dîjîtal kir û wiha got: “Civaka Kurd, piştî rûxandina rejîma Iraqê, bi lez gav avêt, yek ji wan gavan jî amûrên teknolojiya zîrek bûn. Ji ber wê pêwîstiya me bi derxistina zagonên li herêmê heye.”
‘Divê hemwelatî di warê bikaranîna medyaya dîjîtal de şiyar bin’
Guherîna bi lez li pey hev a pêla amûrên zîrek wisa kiriye ku pirsgirêkên malbatî pêl bi pêl zêde bibin. Gulistan Mihemed wiha got: “Ligel vê guherîna heyî, em nikarin şiyariyê çêbikin ji bo bikarhênerên medyaya dîjîtal. Ji kamerayê bigre heta digihîje medyaya dîjîtal, weke çekek bê destûr di mala hemû kesan de heye û ketiye nava jiyana hemû mirovan. Ev jî pirsgirêkan bi xwe re tîne. Ji dozên li dadgehan em dibînin ku gelek encamên xirab ên medyaya dîjîtal hene, weke kuştin, tirsandina malbatan û gelek tiştên din. Ji ber wê pêwistiya me bi zagonek heye. Her wiha pêwistiya me bi şiyarkirina malbat û derxistina zagonên nû heye. Divê di dema girtina wênede, destûr bê girtin. Lê belê li gel me her kes radibe û wêneyê her kesê bi kar tîne. Carna wisa ye ku agahiya te tune ye ku wêneyê te weke reklam bi kar tînin. Ev yek jî di civakê de bi xwe re encamên neyînî tîne û dibe sedema pirsgirêkên civakê.”
‘Erka sazî û dezgehên mirovî şiyarkirina civakê ye’
Gulistan Mihemed diyar kir ku divê rêxistinên civakî hemû beşên civakê şiyar bikin û wiha got: “Salane divê bi awayekî berdewam xebatên hişyarkirinê bidin destpêkirin û bidomînin. Divê mezin, zarok, mamoste û xwendekaran ji ziyanên medyaya dîjîtal agahdar bin. Ji ber wê divê semîner û panel werin lidarxistin û şiyarî çêbibe. Divê mirov hişyar bin. Amûrên dîjîtal ên di destan de dibe ku biçûk bin lê di nava xwe de gelek tiştan dihewînin. Divê ku mirov hewl bidin sûdê jê bigrin. Ne ku bi wan ve werin girêdan û çi were pêşiya wan lê binêrin û guhdarî bikin. Hêvîdarim em bikaribin amûran ji bo pêwistiyên xwe bi kar bînin û sûdên wê, ji ziyanên wê zêdetir bin.”