Li dijî tundiya li ser bingeha zayendiya civakî kampanyaya “Ne asayî ye” hat destpê kirin
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), li dijî metirsiya normalîzekirina tundiya li ser bingeha zayendiya civakî kampanyaya "Ne asayî ye" da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan - Ofîsa Herêmî ya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Dewletên Erebî, ji bo dest girtina metirsiya tundiya li ser bingeha zayendî weke normal bê qebûlkirin, di bin sernavê #Ne Asayî ye de kampanyayek da destpêkirin. Bi taybetî di rewşên mirovahî de tundiya zayendî û pêkanînên bizerar jî dihewîne.
Ofîsa Herêmî ya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî ya welatên Ereb, bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Zayendî ya Navnetewî ya ku her sal 19’ê Hezîranê re rast tê, kampanyayek da destpêkirin.
Ofîsa Herêmî ya UNFPA duh 20 Hezîranê roja duşemê, daxuyaniyek belav kir û balkişand ku kampanya beşeke ji hewldanê beşdarkirina civak, hevkar, hikûmet û aliyên din ji bo cîbicîkirina bername û gavên kêmkirina tundiya li ser bingeha zayendiya civakî û bersivdana tundûtûjiya li ser bingeha zayendiya civakî ye.