Li dijî tecrîdê zêdetirî 20 hezar jinan ji bo CPT’î name şand

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê diyar kir ku li dijî tecrîdê zêdetirî 20 hezar jinan ji CPT’î re name şandine û bang li CPT’î kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê bi erkên xwe rabe.

Navenda Nûçeyan - Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku kampanyaya nameyan ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) re ku di 19’ê Nîsanê de di çarçoveya xebata “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de dabûn destpêkirin, bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 41 meh in destûr nayê dayîn ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk were û hat destnîşankirin ku tecrîd berdewamiya polîtîkayên qirkirinê ye. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Tevî ku dîktator Erdogan dixwaze bi komkujî û êrişên dagirkeriyê dawî li Tevgera Azadiya Kurd bîne jî wê ev yek bibe dawiya wî. Berxwedana gerîla û têkoşîna demokratîk a gelê Kurd ev plan serûbin kir û paradîgmaya demokratîk, azadiya jinan, ekolojîk a Rêber Apo li hemberî sîstema kapîtalîst a ku krîzan dijî, bu alternatîf.

Dîktator Erdogan armanc dike ku li Rojhilata Navîn hîn zêdetir serdestiyê ava bike, desthilatdariya xwe mayînde bike û weke rêberê ku xeyalên xwe yên Neo-Osmanîtiyê pêk aniye bikeve dîrokê. Her wiha li herêmên bi pêşxistina şer, komkujî, koçberî, girtin, tundiya li ser jinan, destavêtin û qetilkirina jinan dagirkerî û kaosê tîne qadên jiyanê yên gel. Hemû welat û saziyên navneteweyî qaşo ku bi navê gotinên demokratîk hatine avakirin, nîşan didin ku bi sekna xwe û bi lîstina sê meymûnan, ronahiya kesk didin desthilata dîktator Erdogan, piştgirî didin van polîtîkayên qirkirinê.

‘Di bin berpirsyariya hêzên navneteweyî de ye’

Polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û tecrîda mutleq di bin berpirsyariya hêzên navneteweyî de ye. Komîsyona Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) jî weke berdewamiya van polîtîkayên qirkirinê li derveyî erkên xwe ye. CPT divê ji bo rakirina tecrîda mutleq a li Îmraliyê pêkanînên pêwîst pêk bîne û raporên heyeta çavdêr a li ser vê mijarê ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne. Ev saziya ku di bin berpirsiyariya Konseya Ewropayê de ye divê erk û mîsyona xwe pêk bîne û rê nede polîtîkayên mijûlkirinê yên Tirkiyeyê.

20 hezar jinan name şandin

Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê me di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ de bi tevlibûna kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’î re ku di 19’ê Nîsanê de dabû destpêkirin, me bi tevlibûna bi hezaran jinan ji gelek welatan pêk anî û temam kir. Di çarçoveya kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’î re ku 3 mehan berdewam kir de zêdetirî 20 hezar jinan erka CPT’î bi bîr anîn û bang kirin ku erka xwe bi cih bîne. Divê demildest tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi dawî bibe û der barê rewşa wî û tenduristiya wî de raporek têrker bê ragihandin. Em careke din bang li CPT dikin ku erka xwe bi cih bîne. Ger wiha nebe, wê li pêşberî dîrokê hesab bidin.

Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ de em ê çalakiyên xwe bi kampanya û çalakiyên nû bidomînin. Em jin azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin û diyar dikin ku heta ev pêk were wê çalakiyên me bênavber bidome.

Em ê têkoşînê mezintir bikin

Di heman demê de em diyar dikin ku em ê têkoşîna li dijî hevkar û xiyanetkarên dewleta Tirk a faşîst û PDK’ê û êrişên dagirkeriyê yên li ser axa Kurdistanê berfirehtir bikin. Li aliyekî dewleta Tirk a faşîst ku êrişên dagirkeriyê pêk tîne, li aliyê din jî agir berdide xaka Kurdistanê û qirkirina ekolojîk pêk tîne. Jin û gelê Kurd wê îro jî weke her car li dijî van êrişan li ser lingan bin.

Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û di serî de li jinan dikin ku li dora pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ têkoşînê berfireh bikin û li dijî êrişên dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin.”