Li dijî tecrîdê şêniyên Şehbayê meşiyan

Li dijî girankirina tecrîdê û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehbayê gel daket qadan.

Şehba – Di çarçoveya hemleya cîhanî ya bi diruşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” rêzeçalakiyên gel berdewam in. Însiyatîfa Gel Efrîn-Şehba meşek bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah û şikandina tecrîda girankirî li ser wî li dar xist.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Meş ji çarxerêya gundê Til Şeîr ya navçeya Fafînê hey agundê Babinês ya navçeya Ehdas ên Şehbayê bi diruşmeyên şermezarkirina tecrîdê berdewam kir.

Piştî meş gihîşt gundê Babinês piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî hat dayîn. Endama Kongra Star Efrîn-Şehba Rûweyda Ibrahîm daxuyanî da. Ruweyda Ibrahîm destpêkê berxwedana Îmraliyê silav kir û wiha got: “Em berxwedan û têkoşîna ku Rêber Apo li zîndana Îmraliyê dide meşandin heya vê kêliyê û ruxmî tecrîd girankirina li ser wî hurmet dikin. Em hêz û morala xwe ji berxwedana  Îmraliyê werdigirin û çalakiyên xwe li ser vê esasê li dar dixin. Heya ku azadiay fîzîkî ya Rêber Apo misoger nebe em ê tu carî çalakiyên xwe ranewstînin. Rêber Apo zindana Îmraliyê vegerandiye dibistana fêrbûn û berxwedanê. Dewleta tirk bi girankirina tecrîdê û hedefgirtian herêmê bi rêya êrîşên xwe ku milet ji Rêber Apo qut bike. Fikir û ramanên azad ên Rêber Apo tu car ji mêjiyê civakê dernakeve. Em ne tenê daxwaza şikandian tecrîdê dikin, em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin.”

Meş bi diruşmeya “Bijî Rêber Apo” dawî bû.