‘Li dijî tecrîdê em ê têkoşîna xwe xurtir bikin’
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Firatê Hedle Hesen bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê banga bilindkirina têkoşînê kirin.
ÊLVÎN MIHEMED
Kobanê – Hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên cur be cur tên astengkirin. Li hemberî pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê bertekên jinan û gelê herêmê didomin. Piştî 43 mehan cara yekem di 23'ê Cotmehê de hevdîtina bi malbatê re pêk hat.
Abdullah Ocalan diyar kir ku hê jî tecrîd berdewam dike û ev peyam da: "Heke şert û merc çêbibin ez xwediyê wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoya şer û tundiyê ber bi çareseriya hiqûqî û siyasî ve bibim."
Piştî hevdîtinê parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan. Dadgehê ragihand ku di 16'ê Cotmehê de "cezayê dîsîplînê" yê 3 mehan nû li Abdullah Ocalan hatiye birîn heya bi vê hincetê hevdîtina bi malbat û parêzeran re hat qedexekirin.
Li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in têdikoşe li kêleka wê gelê Kurd û dostên wan li Kurdistanê û derveyî welat ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan têdikoşin.
Der barê mijarê de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Firatê Hedle Hesen ji me re axivî.
‘Rêber Apo di bin şert û mercên zehmet de têdikoşe’
Hedle Hesen di destpêka axaftina xwe da wiha got: "Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Piştî 44 mehan, hevdîtin bi Rêber Apo re hat kirin ew jî di çarçoveya hevdîtina malbatê de pêk hat. Piştî hevdîtinê yekser hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker cezayeke dîsîplînê yê nû li Rêber Apo biriye. Bi hinceta cezayên dîsîplînê hene rê nadin ne malbat ne jî parêzer hevdîtinê bi Rêber Apo re pêk bînin. Her ku diçe tecrîd girantir dibe û Rêber Apo di bin şert û mercên zehmet de têdikoşe. Mafê her girtiyek heye ku hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bike. Rêber Apo jî xwediyê wî mafî ye ku bi awayekî normal hevdîtinê bi malbat û parêzarên xwe re bike lê dewleta Tirk zagonên hiqûqî binpê dike û weke mafek ji bo xwe dibîne ku hevdîtinan qedexe bike."
‘Bi fikir û felsefeya Rêber Apo planên komplogeran vala derketin’
Hedle Hesen di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Armanca dewleta Tirk û dewletên navneteweyî ji dîlgirtina Rêber Apo ew bû ku dawî li paradîgmaya Rêber Apo bînin û bi vê yekê di kesayeta Rêber Apo de gelê Kurd tune bikin. Lê planên komplogeran vala hatin derxsitin û her ku çû fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bû. Ji ber ku fikra herî rast û azad a Rêber Apo ye. Heta roja me ya îro jî em li ser fikrên wî kar dikin ku em bikaribin azadiya jinan misoger bikin, maf û azadiyê bi wan bidin nasîn û li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê têbikoşin."
‘Li dijî tecrîdê em ê têkoşîna xwe xurtir bikin’
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Firatê Hedle Hesen wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk a dagirker tecrîdê çiqas girantir bike ewqas li dijî wê em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Em ê her dem li kolanan, di nava çalakiyan de bin heta misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo."