Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 437’emîn de bi dewirgirtina koma 86’emîn didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 437’emîn de bi dewirgirtina koma 86'emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 85’emîn Yusif Gundîkî axivî.

Yusif Gundîkî, di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Em wek gelê Wargeha Mexmûrê ev zêdetirê saleke Çalakiya Nobetê didomînin. Armanca me azadiya Rêber Apo ye. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nebe, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Tecrîda girankirî yê li ser Rêber Apo roj bi roj girantir dikin û rojane cezayên dîsîplîne didin. Em bi tu awayî biryara Konseya Ewrûpayê ya têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin û şermezar dikin. Divê em wek gelê Kurd têkoşîna xwe mezintir bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ dawî bû.