Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakvanên Wargeha Mexmûrê, zêdetirê saleke bi biryardariyek xurt Çalakiya Nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, didominin.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 396’emîn de bi dewirgirtina koma 78'emîn bi biryardariyek xurt didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 77’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.

Qedrî Şirîşeyî, di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tecrîda li ser Rêbertî gihişt qonaxek din. Di şexsê Rêbertî de tevahî gel tê tecrîdkirin. Li Kurdistanê û seranserê cîhanê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî tên pêkanîn. Em jî wek gelê Mexmûrê zêdetirê saleke çalakiya xwe didomînin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê misogerkirin emê dev jî çalakiya xwe bernedin. Felsefeya Rêber Apo ya “Jin, Jiyan, Azadî” di pêşengtiya jinên Kurd de veguherî têkoşîn û şoreşek gerdûnî. Di roja me ya îro de li Hindîstanê dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” deng vedide. Bivê yekê diyar dibe ku li dijî zilm û zordariyê têkoşîna bilind dibe.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 78’emîn û bi dirûşmeyan dawî bû.