Li dijî tecrîdê çalakiya Nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) a bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 54’emîn didome.

Mexmûr - Çalakvanên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev 9 mehin di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 54’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 53’emîn Ezîze Sêrtî axivî.

‘Wek jin û ciwan erkê sereke dikeve ser milê me’

Ezîze Sêrtî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got: “Rêbertî ev 25 salin di girtîgehê de ye û ev sê salin bi tu şêweyî em agahî jê nagirin. Mafê her girtiyek heye ku li gel malbat û parêzerên xwe hevdîtinê pêkbîne, lê dewleta Tirk ev maf ji Rêbertî girtiye. Ya ku ji me tê xwestin ew e ku em yekitiya xwe avabikin û xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Bi taybet jî wek jin û ciwan erkê sereke dikeve ser milê me.”

‘Êdî dem dema azadiya Rêbertî ye’

Ezîze Sêrtî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe nikare hebûna gelê Kurd tune bike û wiha got: “Dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistan û Şengalê sivîlan hedef digire, dibêje li çiyayên Kurdistanê ezê PKK’ê tune bikim, lê nikare tune bike. PKK li hemberî dewleta Tirk şerekî bê hempa dide meşandin. Ji bo wê êdî dem dema azadiya Rêbertî ye û heta ku azadiya Rêbertî mîsoger nebe wê çalakiyên me bi şêweyên cur be cur berdewam bikin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 54’emîn û dirûşmeyan bi dawî bû.