‘Li dijî tecrîd û komployê têkoşîneke cîhanî pêwîst e’

Jinên ji Şengalê diyar kirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî hemû qanûnên mirovahiyê ye û gotin, “Ji bo şikandina tecrîdê têkoşînekê cîhanî pêwist e.”

EMÎRA ZOZAN

Şengal – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an bi Komploya Navnetewî dîl hat girtin û 24 sal e li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F di bin tecrîda girankirî de tê girtin. Rûxmê gelek çalakiyên ku jin, gelê Kurd û dostên wê bişpêş dixin, dewleta Tirk her ku diçe polîtîkayên tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê girantir dike.

Jinên Êzidî diyar kirin ku  fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî gihîştine hemû cîhanê  û gotin, “Ji bo wê jî ji bo şikandina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîneke cîhanî pêwîst e.”

‘Nabe ku saziyên mafên mirovan ewqas ker û lal bin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Emşê Kurkurkî got “Em weke civaka Êzidî dixwezin bibin beşekî ji tekoşîna azadiya fîzîkî ya Serok Apo. Parêzerên Serok Apo heya niha tu agahî negirtine, pêwîste dewletên Navnetewî bi erka xwe rabin û xwe bêndeg û lal nekin. Piştî fermanê heya roja îro em bi saya fikra Serok Apo li ser lingan mane, îro bi saya Serok APO zarokên me, me diparêzin.”

‘Fikrên Serok Apo ji bo pirsgirêkên cîhanê çareserî ye’

Emşê Kurkurkî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikr û ramanên xwe riya azadiyê diyarî hemû gelan kir û got: “Berê demekî ji bo şikandina tecrîdê 2 ciwan ji bakurê Kurdistanê çalakî kirin û agir bera bedena xwe dan. Em sersaxî ji malbatên wan re dixwazin. Em ji bo Serok Apo çi bikin jî em kêm e, ji ber ku Serok Apo riya jiyana nu pêşkêşî hemû cîhanê kir. Bi taybetî ji bo me jinan azadî diyarî kir. Ji ber vê yekê em dibînin li ku kesekî xwe bi fikrên Serokatî perwerde kiribe, dimjin dike hedefa xwe.”

‘Em çi bikin jî em deyndarên wî ne’

Her wiha Endama Meclisa Gel a Xanesorê Nefiya Cirdo jî diyar kir ku tu hêviyek wan ji dewletan nîn e, tenê hêviya wan ji hêza gel e û wiha got: “Em sersaxî ji malbata her du qehremanên ku agir berdan bedena xwe re dixwazin. Bi rastî em çi bikin jî em ê her dem li hemberî Rêber Apo kêm bimînin. Îro jî çiyayên Şengalê deyndarên Rêber APO ne. Ji ber vê pêwîst e her kes bi erka xwe ji bo Serok Apo ve rabe. Ji ber rewşa ku serokatî tê de ye rewşeke neheqî ye. Serok Apo dixwaze hemû cîhan di nava aramiyê de be lê dewletên din ji ber ku xwe li ser şer didin jiyîn, tecrîda li ser Serok Apo ewqas giran dikin.”