“Li dijî qetliaman êş û hêrsa me jî mezin dibe”

Leyla Guven li ser şehîdxistina Nagîhan got ku wek xwişkên xwe Hypetia, Sakîne, Clara û Roza, Nagîhan jî bûye hedefa feraseta mêr loma li dijî hemû êrîş û qetilkirinê êş û hêrsa wan pir mezin e.

LEYLA GUVEN

Amed - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Parlamentera berê ya Colemêrgê, siyasetmedara Kurd a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Xarpêtê Leyla Guven, ji bo endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnamevan û nivîskar Nagîhan Akarsel ku rojên borî li Silêmaniyê hat qetilkirin, nivîsand. Leyla Guven di nameya ku ji ajansa me re şand de bal kişand ku qetlîam ji bo nasnameya jinên Kurd a azad hatiye kirin, diyar kir ku li hemberî qetlîaman, çi dibe bila bibe ew ê serhildana xwe mezin bikin û jiyana bi rengê jinan ava bikin.

Nameya Leyla Guven wiha ye:

“Hinek raz (sir) hene. Di nav demê de veşartîne û qedera axê ne. Ên ku bi tîrêjên rojê ve girêdayî ne, haya wan ji keda morîstangan heye xwedî wê razê ne. Ev raz, dildarê guherîna kevirê ye, ji jiyanê re sond xwariye û hinek rû hene, di her xetê de xwe de qêrîna êşa di nava bêdengiyê de veşartine... Êş di van rûyan de sed hezar car nû dibe... Çav li ku dinêre di her awirek de êşek veşartiye... Ji bo her jina ku dilê wê germ dibe dibe ronahî… Li her ronahiyek perçeyek ken bar dibe. Tîrêjên tijî bi êş dibin para kenê…”

Jina zana, hêja Nagîhan belê, em di cîhanek bi serdestiya mêr a ku zanîn û heqîqet dibe sedema mirinê de dijîn. Di cîhaneke ji êşan re hevaltî dike, bi raz û êşan re li ber xwe dide û bi nepeniyan tijî ye. Di arefeya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de, hemû jinên cîhanê ji bo Jîna Emînî li kolanan hesab dipirsin, dibin kabûsa faşîzmê û hêviya civakan, di nava wan rojan de nûçeyek bi êş vê carê ji Başûre Kurdistanê hat. Rojnameger, akademîsyen Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe bi suîqestê hat qetilkirin. Di herikîna nûçeyan de peyv, hevok, îhtimal, peyamên sersaxiyê yên sexte li pey hev hatin rêzkirin. Ev rewş ji me hemûyan re çiqas nas tê. Ez bawer im hemû kes, bi taybetî jî jin, heman tiştan hîs kirin. Li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên Kurd û li Silopiyayê 3 endamên Tevgera Jinên Kurd (TJA) hatin qetilkirin. Dayika Taybet li ber mala xwe ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin û cînayetên gelek jinan, li ber çavên me mîna stêrkek şemitîn. Ez dihizirim, cîhan biçûk bû? An em mezin bûn?

A rastî bersiv pir zelal e. Belê tevgera jinên Kurd mezin bû. Bi taybetî jineolojî, hevserokatî, temsîliyeta wekhev û gelek hêmanên ku mirov dikare bibêje li cîhanê cara yekemîn e, ava kir. Yek ji jinên ku evîndara azadiyê û aşiqê heqîqetê bû hevrêya me ya hêja Nagîhan bû. Beriya çend salan dema berxwedan xwe rapêça û ket rê, dizanibû ku têkoşîna jinan qet ne hêsan e. Ji ber ku îdiayek wê ya ku dîroka şaş-derew a li civakê dane pejirandin û ji jinan hatiye xwerûkirin, ji nû ve bigre dest û rastiyên ku berevajî hatine kirin careke din bi riya jinelojiyê bigihîjîne civakê hebû. Êdî mirovan fêrbûna ku di Serdema Navîn de jin ne ji ber pîrebokbûna xwe, ji ber zanistîbûna xwe di sîtilan hatin şewitandin. Dê bizanîban ku mîna di serdema civaka xwezayî de êdî avakirina jiyenekî nûjen li ser bingehê demokrasî, ekolojî û kolektîf, pêkan e. Lewma feraseta mêr jinên ku xwe gihandine sira zanîstê li hemû cihên cihanê û her dem qetil kiriye.

Nagîhan, hevala hêja,

Jinek ji Konyayê li Silêmaniyê li çi digere? An jî; jinek Kurd li Konyayê çi digere? Ma li Konyayê Kurd hene? Belê, em wekî Kurdên Anatoliya Navîn tên binavkirin, gelek caran bi van pirsan re muxatab bûn em. Lewma me hewlda xwe bigihîjînin raza koçberiya nepen ku bi sedan sal in dijîn. Her çiqas em salên dirêj ve rastiyê dizanbûn jî lê di qonaxa heyî de em pir baş dizanin ku sedemêm vî helandin, asîmîlekirin û Tirkkirina Kurdan e. Gotinên serokwezîrê demê Bulent Ecevît ku digot, “Pirsgirêka Kurd tune ye, pirsgirêkên bêkarî û aboriyê hene. Eger pirsgirêka Kurdan hebûya dê Kurdên li Anatoliya Navîn jî serî hildana”, mîna bombeyek li mejiyê Kurdan xist. Ji ber ku di rastî de jî pirsgirêkên me yên aboriyê tunebûn. Berevajî vê, pirsgirêkên me yên ziman, çand û nasnameyê hebûn.

Nagîhana hêja; te ji bo berteknîşandana van gotinan bi hezaran hevalên xwe re berê xwe da herêmên azad ên hûn ji wan hatibû koçberkirin. Dema hat erdîngariya ku hesreta we dikişand, jê bi bandor bû. Di aqilê wê de heman pirs hebû. Me çima dev ji van axên qedîm berda û em çûn li ser axên bejî ya Konyayê man? Dema ku hûn sedemên ve yekê fêr dibin, hêrsa wê zêde dibe û serhildana we mezin dibû. Me hemûyan li pişt ên çûyî heman pirsê ji xwe pirsî, çûyîn zehmet e yan mayîn. Ji ber ku her rêhevalek me ya diçe, parçeyek ji dilê me bi xwe re dibir. Dema 9’ê Çileya 2013’an de em li zindana Amedê bûn, nûçeya bi êş a hevala Sakîne, Fîdan û Leylayê mîna agir dilê me şewitandibû. Niha dîrok 4’ê Cotmeha 2022’an e, vê carê jî nûçeya şehadeta hevala Nagihan dîwarên zindana Xarpêtê mîna guleyê qul dike û li me dikeve. Hem jî Başûrê Kurdistanê ku gelê Kurd ji bo wê milyonek şehîd dan û yekem cihê azad bû (!) Ji Silêmaniyê bajarê Mam Celal ku ji bo azadiya welatê xwe, deriyek ku lê nexist nehişt.

Gotina Pîr Sultan Abdal: “Ne kevirê ku dijmin davêje, gula ku dost davêje min birîndar dike” tam li gorî vê rewşê ye. Qey em ne dost, xwişk û birayên heq in. Ne dema despot Sedam Leyla Qasim darve kir, ne jî dema rejîma faşîst a Îranê Şîrîn Elemhulî darve kir, ne jî dema dewleta Tirk Sêvê, Pakîze, Fatma qetil kir, ev bandor li me çênebû. Ji ber ku hikûmetan ji cîhanê re ragihandibûn ku ew dijminên Kurdan in. Di mijara îşkencekirina bedana Kurdan a mirî û sax de  reqabet dikirin. Lê hatina nûçeya ku ji axa bi xwîna çar parçeyên Kurdan hatiye avdan Başûrê Kurdistanê, yên di bin kontrola rêveberiya Kurdan de, hemû Kurdan pir kur bandor kir. Belê hevala me Nagîhan li welatê xwe li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Di vî warî de em ji rayedarên Başûr van pirsan dikin. Çima dijminên Kurdan li ser axa we digerin? We çi nêzîkatiya dostane dît ku we axa xwe heta dawiyê ji van celadan re vekir? Gelê me tu carî nêzîkatiya van a bakurî-başûr a ku bi salan e li ser me ferz dikin qebûl nekir. Em gelê Kurd, dizanin ku herêmên me yek in û bi hevr e ne. Lê çi bi êş e ku; di aliyekî de li ser axên me ji bo pêşxistina zanist, heqîqet, ronakbîrî û nirxên demokratîk têkoşîneke destanî ya di bin pêşengiya jin û ciwanan de didome, li aliyê din jî şêwazeke kevneşopî, feodal ku têgihîştinên berjewendî, malbatî û eşîrî hene.

Em dizanin ku gelê Başûr ê berxweder û qehreman jî dê hesab ji van dewletên dagirker û dijminên Kurdan bipirse. Em wek gelê Kurd dizanin em gelê erdnîgariyeke zehmet in. Xemgîniya ku em dijîn jî bê pênase ye! Em dibêjin ji bo êdî welatê me bi wêneyên xwîn, rondik, qetlîam û kaosê neyê bibîranîn divê bi wijdan û edaleta jinan were şûştin.

Nagihana hêja û armanca jinan a di Jineolojiyê de jî tam jî ber vê ye. Ji me re dibêjin ku ji koletî, dogmatîzm, olperestî, şêwaza jiyana ekolojîk, ji civaka polîtîk a exlaqî ber bi pergalek wekhev û adilane mumkin e. Ji ber ku dîroka Rojhilata Navîn di aliyekî de jî dîroka jinan e. Ya ku bi van axan re kesayetî dane qezenckirin dîsa jin in.

Belê, bêguman em hemû dibînin ku Jineolojî di sedsala 21’emîn de tundî û mîlîtarîzma ku bi zêdebûne berdewam dike de, di rastiyê de ji dubendiya jin-mêr ne cuda ye. Di van rojên ku jinan ji hemû awayên zordarî û ji tunehesibandinê re bi gotina “na” berxwedana wan ya jiyanê ya ji civakê yekem re dibe nefes, helbet zêdebûna asta mirinê ne awarte û masûmane ye. Li ser modernîteya kapîtalîst keşif kir û pir jê ditirse, jin bi hev re ne tenê bi hêz in, di heman demê de afirîner in, zêdekar in, parveker in û bêtirs in.

Nagîhana hêja,

Di erdnîgariya şoreşan de dikaribû bibe “xwebûn”, bi saya Jinelojî û bi rêhevalên xwe re perspektîfeke civakî, siyasî, çandî û ekolojîk ango azadiya jinan afirand û nîşan da ku rizgariya jinan dê rizgariya civakê bîne. Ev paradîgma jî wê wek xwişkên wê yên di cîhanê de Hypetia, Sakîne, Clara û Roza, aniyê rewşa hedefa feraseta mêr. Li dijî hemû qetîamên jinan êş û hêrsa me pir mezin e. Em ê teqez di şexsê hevala Nagîhan û Jîna de hesabê hemû cînayetên jinan bipirsin. Bersiva me ya ji bo feraseta mêr ew e ku em jineolojî ango zanista jinan zêdetir bi pêş bixin, xwe bigihîjînin hemû jinan û bi hesabpirsîna ji desthilatdariyên faşîst ên serwer riya xwe bidomînin. Em wek jinên Kurd bi dirûşmên avakirina yekitiya neteweyî ya gelê Kurd, Rojhilata Navîn a demokratîk û cîhanek sosyalîst pêkan e serhildana xwe mezin bikin û bi teqez jiyana bi rengê jinan pêk bînin. Ji vê re aqil, hêz û wêrekiya jinan jî heye.

Em wek girtiyên jin ên siyasî, di serî de ji malbata bi êş a hevala me Nagîhan re, ji Tevgera Jinên Kurd (TJA) û gelê xwe re dibêjin serê me sax be û silav û rêzên xwe dişînin.

Girtîgeha Xarpêtê

Leyla Guven