‘Li dijî polîtîkayên dewleta Tirk wê berxwedana me bidome’

Jinên Efrînî yên koçberî kantona Şehbayê bûne teqez kirin ku dewleta Tirk bi riya êrîşan dixwaze siyaseta birçibûnê li ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê bidomîne û anîn ziman ku ew ê ji berxwedana xwe gav paş de navêjin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê ji roja ku Efrînê dagir kirine ve heya vê kêliyê êrîşên xwe li ser koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê ranewestandine. Bi riya êrîşan dixwazin îrade û vîna penaberan lawaz bikin û berxwedana wan vala derxin. Niha li seranserê herêmê mewsima çandiniyê dest pê kiriye, dewleta tirk jî dema ku êrîşên xwe pêk tîne yekser zeviyên gel hedef digre û agir bi zeviyan dikeve ev jî zirarek mezin dide. Bi ve yekê dixwazin siyaseta birçibûnê li ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê bidin meşandin da ku dev ji berxwedana xwe berdin.

Der barê êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de jinên Efrînê yên koçî kantona Şehbayê bûne û li navçeya Ehrezê bi cih bûne nêrîn û helwestên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

'Dewleta tirk nikare berxwedana gel asteng bike'

Fatimê Birîmo diyar kir ku ne êrîş, ne jî gefên dagirkeran dikarin vîn û berxwedana wan bidin şikandin û ev tişt anî ziman: "Bû 7 sal em li Şehbayê, li warê koçberiyê berxwedan û têkoşîna xwe didomînin tenê ji bo vegera bi rûmet li welatê xwe. Bila qet dewleta Tirk a dagirker xeyal neke ku em ê bi êrîşên wî dev ji berxwedana xwe berdin û teslîmî dagirkeriyê bibin. Niha dema mewsima çandiniyê ye û gel bi vê çandiniyê debara xwe dike lê dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe zeviyan hedef digire û dişewitîne. Bi hedefgirtina erzaqên gel dagirkeriya Tirk di nikaribe siyaseta xwe ya birçibûnê bi ser bixe û berxwedana gel asteng bike."

'Em ji êrîşên dagirkeriyê natirsin'

Fîdan Bekir jî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û banga rawestandina van êrîşan kir û got: "Em ji warê xwe dûr ketine û li warên koçberiyê penaber bûne. Seranserî salên koçberiyê ruxmî hemû şert û mercên dijwar û tunebûna derfetên jiyanê jî dîsa em berxwedana xwe bi îsrar berdewam dikin. Li hemberî topbarana dewleta tirk a dagirker em her dem serî hildidin û wê bi çalakî û xebatên xwe şermezar dikin. Dagirkeriya Tirk bi êrîşên xwe hewl dide gel bide tirsandin lê me siyaseta dagirkeriyê baş fam kiriye û tu carî ji êrîş û topbaranê em natirsin. Heya ku em vegerin Efrînê em ê ji Şehbayê dernekevin."