"Li dijî kuştina jinan planek we ya awarte heye?"
Li kolanê qetilkirina Bahar Torun a li Edenê dijiya û qetilkirina jinan anîn rojeva Meclîsê.
Navenda Nûçeyan – Li navçeya Yuregîr a Edeneyê kesê bi navê Burak A., bi hinceta ku lihevkirinê red kiriye, li kolanê Bahar Torun gulebaran kir û qetil kir.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kesê bi navê Burak A. duh çûye mala Bahar Torun a ku berê bi hev re bûn û jê qut bûbû. Gumanbar bi hinceta ku Bahar Torun teklîfa lihevhatinê red kiriye gule li ser Bahar Torun reşand û ji cihê bûyerê reviya. Jina ku li cihê bûyerê alîkariya ewil hat kirin, nehat xilaskirin. Kujer Burak A. li navnîşana ku xwe lê vedişart, hat girtin.
Cînayet di rojeva meclîsê de ye
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tûlay Hatîmogullari Oruç li ser mijarê pirseke pêşkêş kir û ji Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Derya Yanîk xwest ku bersivê bide. Di pêşnûmeyê de ev pirs cih girtin;
“*Li Edeneyê di deh salên dawî de çend jin hatin kuştin? Kiryarên kuştina jinan li Edeneyê hatin eşkerekirin? Agahiyên îstatîstîkî yên ku sûcdar kî ne?
*Agahiyên îstatîstîkî yên li Edeneyê yên ku doza kuştina jinan didomin û beraat kirine çi ne?
*Li Edeneyê di deh salên dawî de çend mirinên bi guman ên jinan pêk hatin?
*Li Edeneyê derbarê mirina bi guman a jinan de lêpirsînek bi bandor hatiye kirin? Di encama lêpirsînên hatin kirin de çend kes hatin darizandin? Dozên hatin vekirin çi bû?
*Li Edeneyê di çarçoveya şîdeta li ser jinan de di nava 10 salan de çend gilî hatin kirin? Di encama serlêdanên hatine kirin de çend dozên giştî hatine vekirin? Doz çawa bi dawî bûn? Çend kes hatin cezakirin û çend kes hatin berdan?
*Berevajî gotinên Wezîrê Karên Hundir, li gorî we zêdebûna kuştina jinan bi polîtîkaya bêcezakirinê ya li ser sûcdaran tê meşandin ve girêdayî ye?
*Li ser mirina jinan a bi guman lêkolîn û polîtîkayên pêşîlêgirtinê yên çawa têne meşandin?
*Sedema ferqa di navbera îstatîstîkên ku Soylu parve kir û daneyên ku bi saya skeneya çapemeniyê hatine bidestxistin çi ye?
*Li hemberî ku her meh bi giştî 30 jin ji aliyê mêran ve tên kuştin, wê plansaziyeke awarte ya ku dê tavilê were tetbîqkirin wê hebe?