Li dijî kiryarên li heremên dagirkirî banga têkoşînê

Endamên Kongreya Star a navçeya Fafînê ya Şehbayê bal kişandin ser kiryarên li dijî jinan ên li Efrîna dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ve tên kirin û li dijî kiryaran banga têkoşînê kirin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji destpêka sala 2024'an de kiryarên dagirkeriya dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê ve li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê berdewam dikin. Li gor çavkaniyên rûpela Efrîn News 24 a ku kiryarên dewleta tirk li Efrînê belge dike bilançoya kiryaran ji destpêka sala 2024'an heya meha Gulanê ya vê salê 7 jê jin û zarok 130 kes hatine revandin, 2 jê jin û 2 jê zarok 6 kes hatine qetilkirin û ji aliyê çeteyan ve destdirêjî li 2 zarokan hatiye kirin. 

Endamên Kongra Star a navçeya Fafîn a Şehbayê bal kişandin kiryarên dagirkeirya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî li Efrîna dagirkirî dimeşînin û li dijî van kiryaran banga têkoşînê kirin.

'Jiyan li Efrînê vegerandine dojehê’

Sûzan Oso destnîşan kir ku ji ber êrişên dagirkeriyê neçar mane ku ji bajarê xwe koçber bibin û wiha got: "Em ji cih û warê xwe koçber bûn. Bû 7 sal li deverên koçberiyê û hemû şertên jiyanê tehmûl dikin tenê ji bo parastina zarokên xwe ji kiryarên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wî yên li Efrînê. Em niha li Şehbayê berxwedana xwe didomînin ji bo vegerek bi rûmet misoger bikin. Li Efrînê piştî ku dewleta tirk ew dagirkir jiyan li wir vegeriye dojeh û êdî mirov nikare asta jiyanê li Efrînê tehmûl bike.”

Sûzan Oso ya got “Roj ji rojê kiryarên dagirkeriyê û çeteyên wî ve zêdetir û dijwar dibin” axaftina xwe wiha domand: “Bi taybet li ser jin destdirêjî û kiryar tên meşandin. Rojane jin bi qetilkirin, êşkencekirin, revandin, tecewizê re rû bi rû tên. Li Efrîna dagirkirî ewlehî û îstiqrar nemaye. Ji ber kiryarên dagirkeriyê gelek zarok ji mafê xwe dûr dimînin û nikarin zarokatiya xwe bijîn. Mafê zarokan li Efrînê û herî zêde zarokên keç tên binpêkirin, destdirêjî li ser wan tên kirin. Ji mafê xwendinê gelek zarok bê par dimînin ji ber tirsa dijmin nikarin bi rihetî ji malê xwe derkevin."

‘Divê bêdeng nemînin’

Sûzan Oso bal kişand ser bûyerên destdirêjiyê yê li Efrînê her ku diçe zêdetir dibe, destnîşan kir ku divê rêxistinên mafên mirovan li hemberî kiryaran bêdeng nemîne û got: "Bûyera ku herî dawî li Efrînê rû daye ne yekem û ne jî dawî ye ku zarokek keç ji aliyê çeteyan ve bê tecewizkirin. Banga me ji tevahî rêxistinên cîhanî bi taybet rêxistina mafê jin û zarokan re heye ku mudexeleyên xwe ji herêmên dagirkirî re bikin û van bûyerên ku mafê jin diçewisîne û winda dike rawestînin."

‘Dixwazin vîna jinan têk bibin’

Şêrîn Ehmed jî wiha got: "Li herêmên dagirkirî û li Efrînê bi taybet dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve rojane kiryarên xwe dij mirovî pêk tînin. Herî zêde yê ku para xwe ji van kiryarên qirêj digire jin û zarok in, li wir jin dibin qurbaniya kiryarên dagirkeiryê. Hedefgirtina jin li deverên dagirkeriyê û meşandina kiryaran li ser wan dixwazin îrade û hebûna jinên Efrînî tune bikin. Ji ber jin xwedî felsefe û dîrok e.”

Banga têkoşînê: Serî hildin

Şêrîn Ehmed a li dijî kiryarên li Efrîna dagirkirî tê kirin banga têkoşînê kir wiha domand: “Em hêvî dikin ku rêxistinên eleqdar derbasî herêmê bibin û rastiya dagirkeriyê û çeteyên wî ve ji cîhanê re raghînin. Jiyana gel li Efrînê di bin metirsînê de ye. Em jinên Efrînê li Şehbayê banga xwe ji hemû qadên cîhanî re rêdikin ku bi erka xwe rabin û xwedî li gel û jinên Efrînê derkevin. Em piştevaniya xwe ji jinên li Efrînê re nîşan dikin ku li hember dagirkeriyê û siyaseta qirkirinê serî hildin."