Li dijî kesên 1’ê Gulanê li Taksîmê hatin binçavkirin îşkence

Kesên ku roja 1’ê Gulanê li Taksîm û Saraçhaneyê hatin binçavkirin rastî îşkenceyê hatin û hat diyarkirin ku ji bo pêdiviya tuwaletê bi cih bînin, poşet dane jinên binçavkirî.

Stenbol – 1’ê Gulanê di Cejna Karkeran de polîsan êrîş bir sedan kesên ku xwestin bikevin Taksîmê û 217 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan di navbera kesên ku li Saraçhane û Taksîmê hatin binçavkirin û birin Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê de xwendevanên Partîzan û endamên Komîteya Ciwanan hene û 3 roj in îşkence li wan tê kirin.

Hat diyarkirin ku şoreşgerên 17 ji wan xwendevanên Partîzan û 18 jî endamên Komîteya Ciwanan in, li bendê ne îro wan bibin edliyeyê, bi girtiyên edlî re di heman nezaretxaneyê de mane û derman nedane wan.

Di wesayîda binçavkirinê de îşkence

Li gorî nûçeya ANF’ê parêzerên ku li Emniyeta Stenbolê bi kesên binçavkirî re axivîne, diyar kirine ku 35 kesên di bin çavan de ji roja hatine binçavkirin ve rastî îşkenceyê tên.

Parêzeran diyar kir ku xwendevanên Partîzan ên li Saraçhaneyê hatin binçavkirin, di dema kontrola tendirustiyê de rastî êrişan hatine. Her wiha gotin ku di dema êrişa li Saraçhaneyê de Îbrahîm Haki Eren ê ku tiliya wî şikestiye û milê wî xistine alçiyê li emniyetê polîsan li milê wê dane û heqaret lê kirine.

Parêzeran diyar kir ku xwendevanê Partîzan Ozgur Cîhan Uçar ê ku divê her dem derman bixwe jî tevî ku gelek caran gotiye jî dermanê wî nedanê û gotin ku kesên hatine binçavkirin di nezaretxaneyên şaxên narkotîk û şaxên ewlehiyê bi hevparî bi kar tînin de bi girtiyên edlî re tên girtin.

Ji bo pêdiviya tuwelatê poşet dan jinan

Parêzeran ragihand ku polîsan ji kesên demek dirêj nehiştine bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin re gotine, “Tu kes bi we re eleqedar nabe, parêzerên we nehatin” û bi wê yekê îşkenceya psîkolojîk li wan kirine.

Her wiha diyar kirin ku li dijî jinên hatine binçavkirin jî nêzîkahiyek cuda hatiye kirin, jin rastî gotinên bi heqaret hatine, roja pêşîn jinên ku pêdiviya wan bi tuwaletê hebûye dema xwestine wan bibin tuwaletê, poşetan dane wan û ji wan re gotine bila ji bo vê yekê poşetan bi kar bînin.

Li bendê ye ku 35 kesên binçavkirî îro derxin Edliyeya Stenbolê.