‘Li dijî her cure tundiyê yekitiya jinan û têkoşînek hevpar divê’

Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ di çarçoveya kampanyaya xweparastinê de bi sazî û rêxistinên jin ên iraqî re hevdîtinan pêk tîne. Berdevka Komîteya Dîplomasiyê Sûham Şengalî diyar kir ku divê li dijî her cureyê tundiyê yekitiya jinan were pêşxistin.

RONAHÎ ZERDEŞT

Şengal-Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li dijî tundî û qetilkirina jinan bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ kampanya da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê ku dê heta 3’yê Tebaxê roja salvegera fermanê bidome de ji meşê heta civîn û panelan gelek çalakî hatin lidarxistin. Yek jê xebatê girîng a vê kampanyayê jî li qada dîplomasiyê hat meşandin. Komîteya Dîplomasiya TAJÊ di çarçoveya kampanyayê de bi gelek sazî û rêxistinên jinan ên dervayî Şengalê hevdîtin pêk anîn û hedef û armanca kampanyaya xwe bi jinan re parve kirin. Komîteya Dîplomasiyê bi taybetî bi sazî û rêxistinên jin ên Iraqê re hatin gelhev û di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakî û organîzasyonên hevpar pêk anîn.

Têkildarî xebatên dîplomasiyê berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî axivî û behsa armanc û naveroka hevdîtinên ku bi sazî û rêxistinên jin ên Iraqê re pêk anîne, kir.

Di destpêka axaftina xwe de Sûham Şengalî destnîşan kir ku kampanyaya wan di asta cîhanî de ye û got ku ku ew li dijî şerê li cîhanê tê meşandin ku ji vî şerî herî zêde jin zirarê dibînin, gelemperî mijara xweparastinê derxistine pêş.

‘Bi sazî û rêxistinên jinan re hevdîtin pêk hatin’

Sûham Şengalî da zanîn ku kampanyaya wan dê heta salvegera fermanê berdewam bike û ev tişt anî ziman: “Di çarçoveya vê kampanyayê de li gelemperî Iraqê peywendî li gel sazî, dezgeh, çalakvanên sivîl-siyasî û rojnamegeran çêbû. Çarçoveya kampanyayê bi wan re hat parvekirin. Bi taybetî hedef û armanca me ji vê kampanyayê; wek jinên li Iraqê dijîn çawa bikaribin ji vê kampanyayê re bibin bersiv, em çawa bikaribin yekitiyek ava bikin da ku bikaribin li hemberî van êrîşan mekanîzmaya parastinê pêş bixin. Girêdayî van mijaran xebatek hat meşandin. Ji aliyê din ve li 17 bajar û navçeyên Iragê peywendiya me bi gelek jinan re çêbû. Her yek ji wan jinan ku peywendiya me bi wan re hat çêkirin, berpirsên sazî û dezgehên jinan in yan jî rojnamegerên xwedî berpirs in. Wek destpêkê me bi van jinan re daxuyaniyeke hevpar da, jinên ku di ragihandinê de kar û xebat dimeşînin piştgiriya xwe ji bo kampanyayê ragihandin, ev xaleke gelek girîng bû. Wek jinên êzidî li cihekî mîna Şengalê rêxistinbûna xwe avakirin û tecrûbeyên xwe bi jinên din re parvekirin gelek girîng bû. Peywendiyên me li ser vê esasî dê bidomin.”

Hevdîtin û çalakiyên hevpar

Bi taybetî girêdayî kampanyayê di meha gulanê û destpêka hezîranê de TAJÊ bi gelek sazî û rêxistinên jin ên iraqî re hevdîtinan pêk anî û çalakiyên hevpar li dar xistin.

Derbarê vê mijarê de berdevka Komîteya Dîplomasiyê Sûham Şengalî ev nirxandin kir: “Di vê mehê de wek TAJÊ çûyîna me ji bo Mûsilê çêbû û me bi jinan re hevdîtin pêk anîn. Jinên ku me hevdîtin bi wan re pêk anî hemû jî endamên rêxistin û saziyên jinan bûn. Bi taybetî li ser esasên dema DAIŞ êrîşî herêmî kir û di şexsê jinan de civak çawa zirarê dîtin û her wiha jin çawa bikaribe parastina xwe pêş bixe, xwe û civaka xwe biparêze, niqaş hatin meşandin. Bi rastî jî di van hevdîtinan de pêşwazîkirina jinan ji bo me tevgera azadiya jin bi wate û girîng bû. Û her wiha dê ev peywendiyên me bi jinên Iraqê re berdewam bike. Di çarçoveya van hevdîtinan de bi jinên ku hevdîtin bi wan re hat kirin çalakî hat lidarxistin. Bi taybetî ji bo 19 jinên êzidî ku ji aliyê DAIŞ'ê ve ji ber nebûn misilman li navenda Musilê bi saxî hatin şewitandin, bi jinên iraqî re çalakiya bîranînê pêk hat.”

‘Divê yekitiya jinan were pêşxistin’

Di axaftina xwe de Sûham Şengalî ragihand ku divê li ser axa ku ew bi hev re lê dijîn yekitiya jinan were pêşxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çarçoveya kampanyayê de em gelek girîngî didin peywendiya ligel saz, rêxistin, siyasetmedar û rojnamegerên jin. Em bi van jinan re di her mijarê de niqaşan didin meşandin bi taybetî li ser kampanyayê. Ji ber kampanya ne tenê ji bo jinên êzidî ye, yan jî ne tenê êrîşa 2014'an ku li ser vê civakê pêk hatiye. Bi taybetî giştî êrîşên li ser jinan, li ser civakê, jin çawa dikare bibe dengê xweparastinê, di vê çarçoveya de kampanya hatiye niqaşkirin.”

Meşandina têkoşînek hevpar

Sûham destnîşan kir ku di demên pêş de hevdîtina wan bi sazî û rêxistinên jin ên Iraqê re hîn zêdetir bin û wiha axivî: “Ji bo em bikaribin tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin, ji bo em bikaribin bi nêrînên hevpar parastinek hevpar bidin avakirin, em ê hevdîtinên xwe bi jinan re bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû jin xwe di nav vê kampanyayê de bibînin, ji bo ku em bikaribin bi hev re têkoşîneke hevpar bidin meşandin. Ji ber ku ger têkoşîn yek alî be dê lawaz be. Ji ber vê yekê xwe di nav vê kampanyayê de dîtin û di nav vê kampanyayê de li dijî êrîşên li ser jinan pêşxistina xweparastinê gelek girîng e. Ji aliyê din ve her çiqas meşandina xebatên kampanyayê heta roja salvegera fermanê hatibe diyarkirin jî lê piştî salvegera fermanê jî peywendiya me bi wan jinan re berdewam bike. Tenê ne di çarçoveya kampanayyê de ev kampanya tenê bibe wesileya em peywendiya xwe bi sazî û rêxistinên jinan re berdewam bikin û her wiha bibe wesileya ku em yekitî û têkoşîneke hevpar ava bikin.”

Astengiyên hikûmeta Iraqê

Li gorî qanûna Iraqê divê tu sazî û rêxistinên jin têkildarî siyasî û dîplomasiyê xebatan nedin meşandin tenê dive xebatên civakî û sivîl bidin meşandin. Ji ber vê yekê TAJÊ di meşandina xebatên xwe yên bi sazî û rêxistinên jin ên Iraqî  de ji aliyê hikûmetê ve rastî astengiyan tê. Ji vê qanûnê armanc ew e ku jin ji qada siyasî dûr bên xistin. Lê bes Iraq di serî de li her derê cîhanê êrîş, tundî û qetlîmanên jinan hemû polîtîk û siyasî ne.   

Têkildarî astengiyên hikûmeta Iraqê ya li hember sazî û rêxistinên jinan Sûham Şengalî ev tişt anî ziman: Berê jî gelek cihên cuda yên Iraqê jinên ji bo Şengalê dihatin dawetkirin û tev li xebatên wekî ji bo Rêber Apo, komxebat û civînan dibûn û di demên pêş de jî dê ev dewatkirin çêbibin ku em bikaribin fikrên xwe bi hev re parve bikin. Lê bes gelek caran ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jinên ku dixwazin werin Şengalê astengî derdikevin. Ji ber di rûyê ragihandinê de her hatiye diyarkirin ku Şengal ne cihekî biewle ye, ji ber vê ji aliyê Iraqê ve ji bo jinan astengî tên derxistin. Wek tevgera azadiya jinên êzidî em li Şengalê tevgerek siyasî û civakî ne lê em ji aliyê hikûmeta Iraqê ve rastî astengiyan tên. Ji me re dibêjin ku nabe rêxistineke jin siyasî be divê tenê civakî û sivîl be. Yanî tenê aliyê wê ya sivîl û civakî derdixe holê.”

‘Êrîşên li ser jinan hemû siyasî ne’

Berdevaka Komîteya Dîplomasiyê Sûham Şengalî destnîşan kir ku tişta niha ew bi jinên iraqî re niqaş dikin êrîşên li ser jinan tê meşandin e û wiha domand: “Li Iraqê roj nin e ku jin rastî lêdan, tundî û kuştinê neyên. Ev hemû êrîşên siyasî ne. Ji bo vê têkoşîneke siyasî pêwîst e, têkoşînek ku jin bikaribin bi hev re hemû aliyan ve bidin meşandin heye. Ji aliyê hikûmeta Iraqê ve herî zêde ji vî hêlî ve dertê lê em van astengiyan nas nakin û hîn xebatên xwe bi sazî û rêxistinên jinan re berdewam bikin.”

Li gelemperiya cîhanê piştgiriyên ji bo kampanyayê

Her wiha kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ ne tenê li Iraqê li gelemperiya Rojhilata Navîn û cîhanê jî rastî eleqe û piştgiriyeke mezin hat.

Li ser vê mijarê jî Sûham Şengalî ev nirxandin kir: “Dervayî Iraqê di çarçoveya kampanyayê de peywendiya me bi jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re heye. Di asteke baş de kampanya didome. Bi taybetî jinên enternasyonalîst eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê dan û bi çalakiyên cur bi cur tevlibûna xwe jib o kampanyayê ragihandin. Li gelek devaran bi alên YJŞ'ê çalakî hatin lidarxistin, bi dirûşma 'YJŞ rûmeta me ye' piştgiriya xwe ji bo kampanyaya TAJÊ ragihandin.”