Li dijî êrîşên dewleta tirk li Kobanê konê çalakiyê destpê kir
Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser kantona Kobanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan dest bi çalakiya kon kirin. Beşdarvanên çalakiyê destnîşan kirin ku wê berxwedaniya wan a li hember dagirkeriyê bidome.
Kobanê- Dewleta tirk di 25`ê Kanûna 2021`an de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên hedef girt. Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Piştî vê bûyerê di 8 û 9`ê Çile de dewleta tirk bi balefirên bê mirov û obîsan navenda kantona Kobanê û gundewarên wê yên li rojhilat topbaran kir ku di encamê de 15 kes birîndar bûn û welatiyekî jiyana xwe ji dest dan. Li dijî van êrîşan Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di bin silogana "Êrîşên li dijî sivîlan derveyî pîvanên mirovahî û exlaqî ne" li qada şehîd Egîd konê çalakiyê ku dê sê rojan bidome destpê kir. Di konê çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Êrîşa li ser ciwanan êrîşa li ser tevahî gelê herêmê ye" hatine daliqandin.
Di roja yekemîn ya çalakiyê de Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê, meclîsa kantona Kobanê, Hêzên Parastina Cewherî, Kongreya Star, meclîsa Malbatên Şehîdan ya kantona Kobanê, Ekademiya Civaka Demokratîk, Zanîngeha Kobanê, Partiyên siyasî û navenda Çand û Hûnera Baqî Xido dewr girtin. Jinên di çalakiyê de amadebûn di derbarê sedema beşdarbûna xwe ya çalakiyê de avisîn.
"Emê bi rihê ciwaniyê gel û destkeftiyên xwe biparêzin"
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Dijle Hesen behsa armanca konê çalakiyê kir û got: "Armanca me ya ji vê çalakiyê bi yek helwestê li dijî êrîşên dewleta tirk têkoşîn kirin e. Ji lewra hemû sazî, rêxistin û gelê me yê li herêmê cihê xwe di vê çalakiyê de digre. Dewleta tirk bi van êrîşên xwe hemû pîvan û nirxên mirovahiyê derbas kir, bi balefir û obîsên xwe zarok, ciwan, jin û extiyaran hedef digre. Ji lewra banga me ji tevahî ciwanên Kurd re heye ku em bi yek bertekê li dijî van êrîşan bisekinin. Êdî dem dema azadiyê ye ku em bi rihê ciwantiyê gel û destkeftiyên xwe biparêzin."
"Em gavan şûn de navêjin, serkeftin ya me ye"
Emîne Yasîn jî sedema beşdariya xwe ya çalakiyê wiha anî ziman: "Em îro ji vê çalakiya peyama xwe ji dagirkeran re dişînin û dibêjin ku em ji êrîşên we natirsin. Heta ku yek kes ji me hebe, em nahêlin ku dewleta tirk vê axê dagir bike. Heger dewleta tirk ciwanên me hedef digre, emê li şûnê bi hezaran leşkerên wan hedef bigrin. Ji lewra tu kes nikare roja me tarî bike. Em îroj bi gule û topbarana Rûsiya û Amerîka tên qetil kirin, lê em vê yekê tu carî ji bîr nakin. Ji ber vê ne tenê dewleta tirk, lê belê ev hemû hêzên hegomonîk dijminê gelê Kurd in. Lê em weke Kurd bese hevin, zarokên me weke şêran sîngê xwe didin dijmin û gavekê şûn de navêjin. Ji ber vê wê serkeftin ya me be û em van êrîşan tu carî ji bîr nakin."