Li dijî êrişan jinan banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê û Îranê kirin

Li diji êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê de, jin hewl didin bi derfetên xwe li dijî berhemên Tirk boykotê bi pêş bixin. Jinên Başûr dibêjin ku divê li dijî êrişan hemû kes berhemên Tirkiye û Îranî boykot bikin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Welatên dagirker tenê bi êriş û dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê namînin di heman demê de bi riya xwarin û berhemên xwe hewl didin hemû tiştên aydê Kurdan tune dikin. Bazarên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve tên dagirkirin. Bi riya berhemên xwe nexweşiyên metirsî belav dikin. Her wiha aboriyê jî girtine destên xwe û bi firotina xwarinên Tirkiyeyê dahata welatê xwe zêde dikin. Niha hemwelatî li dijî van êrişan berhemên Tirkiyeyê boykot dikin. Bi heman awayî di sala 2019’an de dema ku dewleta Tirk bi mebesta jiholêrakirina sîstema xweseriyê êrişî Rojavayê Kurdistanê kir, hemwelatiyên başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya bi  Rojava re, dest bi boykotkirina berhemên Tirkiyeyê kirin.

Niha ji jinên Başûrê Kurdistanê ji bo li dijî van êrişan rawestin bi derfetên xwe dest bi boykotkirina berhemê Tirkiye û Îranê kirine. Jinên Başûrê Kurdistanê der barê vê mijarê de ji ajansa mere axivîn.

‘Berhemên biyanî ziyanê didin hemwelatiyan’

Dever Abdulkerîm ku xwedî kargeha berhemên xwezayî ye, diyar kir ku berhemên ji derveyî herêma Kurdistanê tên madeyên ku tê de tên bikaranîn ziyanê didin hemwelatiyan û wiha got: “Anîna berhemên biyanî ji bo herêma Kurdistanê tendirustiya hemwelatiyan dixe metirsiyê. Di berhemên Tirkiye û Îranê de, madeyên bi zirar hene ziyanê didin tendirustiya gel. Çanda xwedîderketina li berhemên xwemalî li dijî berhemên biyanî dê bandorê çêbike. Piştgirîkirina kesên ku berhemên Kurdewarî bi kar tînin karekî baş e û wê hemwelatî jî bikaribin berhemên bi tendirust bi kar bînin. Hikumeta herêma Kurdistanê ji bo çêkirina berhemên navxweyî alîkariya xwediyên kar nake. Bikaranîna berhemên Tirkiye û Îranê, hemwelatiyan jehrî dike û dibe sedema pirsgirêkan. Sirke ji Îranê tê vê derê û gelek erzan tê firotin. Lê belê dema ku em sirkeyê çêdikin ji ber gelek mesref lê diçe, em neçar in bi nirxek zêdetir bifroşin. Divê hemwelatî berhemên Tirkiye û Îranê boykot bikin.”

‘Divê rêveberî pêşî li hinardekirina berhemên biyanî bigre’

Hêşû Osman a ku xwedî firoşgeha Sara Xatun e da zanîn ku ji bo tendirustiya hemwelatiyan divê hemû kes xwe ji berhemên biyanî dûr bixin û berhemên navxweyî bi kar bînin û wiha got: “Divê hemwelatî ji bo rawestandina anîna berhemên Tirkiye û Îranê, berê xwe bidin xwarinên Kurdewarî. Bi riya pêşangehan ji bo berhemên xwemalî û piştgirîkirina berheman, pêşî li bikaranîna berhemên biyanî bigrin. Berhemên Tirkiyeyê gelek xirab in û zirarê didin hemwelatiyên Kurd. Dema xwarinê hinarde dikin, li ser berheman dinivîsînin ji bo derveyî welat hatiye amadekirin. Ji bo welatên xwe xwarinên baş çêdikin. Hemû nexweşiyên di nava hemwelatiyan de ji ber berhemên welatên derve ne divê rêveberiya welat pêşî li hinardekirina berhemên biyanî bigre. Her wiha bila dayik li malên xwe dest bi boykotkirina berhemên Tirkiyeyê bikin. Ez li malê xwarinên çanda me ya kurdewarî çêdikim sebze û fêkiyan hişk dikim. Ez nahêlim zarokên min xwarinên di qutiyan de bi kar bînin.”

‘Divê her kes berhemên xwemalî bi kar bîne’

Leyla Cemal da zanîn ku sedema hemû nexweşiyan xwarinên welatên biyanî ne û got: “Ez weke dayikek, di çêkirina xwarinan de her dem dermanên Kurdî bi kar tînim. Ez hewl didim bi xwe biharatan çêbikim. Xwarinên welatên derdorê ziyanê didin tendirustiyê. Divê em hewl bidin bi riya berhemên xwemalî rêgiriyê li berhemên biyanî bikin û bikaribin ber bi berhemên navxweyî ve biçin. Weke zindîkirina çandekê ji bo berhemên me yên Kurdî, dayik di bikaranîna xwarinan de melzemeyên Kurdî bi kar bînin. Boykotkirina berhemên biyanî weke erkek li ber çavan bigrin. Her wiha hikumeta herêma Kurdistanê divê rêgiriyê li anîna berhemên biyanî yên welatên derdorê bike da ku berhemên xwemalî li herêma Kurdistanê werin çêkirin.”

‘Boykotkirina berhemên Tirkiye û Îranî erka hemû Kurdan e’

Rêzan Mihemed a ku berhemên çanda Kurdî çêdike, wiha behsa berhemên xwemalî kir: “Bikaranîna berhemên xwemalî di nava malbatan de karekî girîng e. Dema ez xwarinê amade dikim, hewl didim berhemên xwemalî bi kar bînim. Dema xwarinê dihilbijêrim divê bizanibim çi bi tendirust e. Boykotkirina berhemên Tirkiye û Îranî erka hemû Kurdan e. Em dizanin dema ku xwarin ji cihekî din tên hinardekirin, bi tendirust nîn in. Welatên derdorê bi riya êriş û dagirkeriyê dixwazin xaka me dagir bikin. Rêgirtina li hinardekirina  berhemên welatên derdorê, erka hikumeta herêma Kurdistanê ye. Lê belê mixabin ji bo vê mijarê kar nakin û berhemên xwemalî jî zindî nakin. Divê em bi xwe dest bi boykotkirina berhemên biyanî bikin. Em dayik dikarin boykota berhemên Tirkiye û Îranî bikin. Divê em bi boykotkirina berhemên ji derveyî herêmê, jiyana xwe û malbata xwe biparêzin.”