Li dijî êriş û gefên dewleta tirk li Qamişlo meşekê girseyî hat lidarxistin

Li dijî êrîşên dewleta tirk ên bênavber ser gelê herêmê, her wiha gefên wê yên ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyê, di bin dirûşmeya “Dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê” şêniyên Qamişlo meşeke girseyî lidar xistin.

Qamişlo - Li dijî êrîşên dewleta tirk ser xaka Kurdistanê bi gelek rêbaz û şêwazên hov û qirêj, her wiha gefên wê yên dawî êb ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyê, di bin dirûşmeya “Dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê” şêniyên Qamişlo meşeke girseyî lidar xist. Meşa ku bi sedan şênî, saziyên Malbatên Şehîdan, rêxistinên jin, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tê de beşdar bûn, ji Çarexerêya Şehît Rûbar a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir û li ber dergehê Neteweyên Yekbûyî rawestiya.

“Êrîş û gefên dewleta tirk dê îradeya me neşikîne”

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Rêxistina Konreya Star, Berdevka Rêxistina Kongreya Star Remziya Muhemed axivî û got: “Ji bo bîranîna tevahî şehîd û cangoriyên azadiyê, bi taybet ku îro bîranîna şehadeta Zîlan bi çalakiyeke fedayî wekî bersivdayîna komplo û hovîtiya dewleta tirk bû, em wan bi bîr tînin û dibêjin şehîd namirin. Kombûna me ya îro li bajarê Qamişlo wekî kombûna li her qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta tirk ser gelê me û gefên wê yên dagirkirna herêmên me ye. Siyasteke qirêj ser îradeya gelê me tê meşandin, gelê me bi salan li be xwe daye û serkeftinên mezin bidest xistiye û her dem ji dagirkerî û terorê re gotiye na. Em di vê kêliyê de teqez dikin ku bi îsrar û berxwedaniyeke mezin em ê li pêşiya van kiryaran bisekinin û dê ev gef û êrîşên dewleta tirk îradeya me neşikîne.”

“Emê li ser piya bin”

Necah Seîd a ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta tirk ser axa Kurdistanê û tecrîda girankirî ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan şermezar kir û got: “Em îro wekî jin derketine kolanan ji bo diyarkirina helwesta li dijî êrîş û gefên dewleta tirk ser herêmên me. Her wiha em bang li aliyên berpirsyar û rêxistinên mirovî dikin ku li pêşiya kriyarên dewleta tikr bisekinin. Di heman demê de tecrîdeke girankirî ser rêberê me Abdullah Ocelan a girankirî tê meşandin û ji bo vê yekê jî em bêdeng namînin, em ê  jin û dayik ser piya bin heta azadkirina Serokê me.”

“Em li dijî lihevkirinên îmhakirina gelê Kurdistanê çalakî dikin”

Şemsîxan Gulo ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destnîşan kir ku ev meşa wan li dijî lihevkirên îmhakirina gelê Kurdistanê ye û wiha got: “Armanca me ji lidarxistina vê meşa girseyî ew e ku em li bermaberî lihevkirinên îmhakirina em ser rûyê erdê bisekinin. Em bi tundî van kiryaran şermezar dikin û dibêjin Rojava xeta sor e û êrîşên ser Rojava tê wateya êrîşkirina tevahî axa Kurdistanê. Dibe ku dewletên faşîzim lihevkirinên xwe dewam bikin belê gelê kurdî jî xwedî biryar, helwest, îrade ye û tu carî pişta şervanên xwe bernade. Em axa naberdin û em ê li ser vê axê bimirin, dewletên wekî Rûsya û Emerîka berpirsyartiya parastina vî gelê ji wan tê xwestin. Dê hewldanên dewleta tirk ên dagirkirna herêmên me negihêje serî.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana gel bimre dagirkerî” bi dawî bû.