‘Li dijî darvekirinan helwestek xurtir divê’

Jinên rojnamevan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser biryara darvekirina du rojnamegerên li Îranê nerazîbûna xwe diyar kirin. Jinan xwestin komele û rêxistinên mafên mirovan û rojnamevanan ji bêdengiya li hemberî qirkirinê derkevin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Rejîma Îranê desthilatdarî û polîtîkayên xwe yên li dijî hebûna jinan û gelan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dike. Herî dawî jî der heqê Rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û Çalakvana Mafên Jinan Şerîfe Muhemedî, cezayê darvekirinê birî. Li dijî van biryarên dijmirovî û ji bo piştgiriya jinên Rojhilat û Îranê, Yekitiya Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRJ)’ê kampanyaya komkirina îmzeyan di 12’ê Tebaxê de da destpêkirin.

Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRJ) Newroz Demhat û rojnamevan Ronak Şêxî têkildarî mijarê axivîn.

‘Dixwazin jinan tune bikin’

Newroz Demhat di destpêka axaftina xwe de girtina jinan a ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û got: “Biryarên darvekirinê bingeha xwe ji sîstem û polîtîkaya qirkirinê digre. Îro ne tenê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li tevahî cîhanê polîtîkaya qirkirina li dijî jinan tê meşandin, dixwazin şerê cîhanê yê sêyemîn bi tunekirina jinan bidomînin.”

‘Berxwedana jinên Rojhilat û Îranê berdewam dike’

Newroz Demhat bal kişand ser gotineke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên; “Dê sedsala 21’ê bibe sedsala jinan” û wiha pê de çû: “Di sedsala 21’ê de, jinan bi têkoşîn û berxwedan muhra xwe li dîrokê xistin. Her wiha li Rojhilatê Kurdistan û Îranê têkoşîneke mezin ji hêla jinan ve tê kirin, nemaze piştî kuştina Jîna Emînî û şûnve ku veguherî serhildana “Jin Jiyan Azadî” û cîhanê hejand.

‘Felsefeya me nayê tunekirin’

Bi salan e rejîma Îranê xwe li ser qirkirin, çewisandin û darvekirina jinan dide jiyandin. Mirina Îbrahîm Reyîsî û paşê jî lidarxistina hilbijartinan li Îranê teqez kir ku zordarî û çewisandina mafan bi kesek jî yan serokekî ve ne girêdayî ye, ev bi giştî siyaseteke desthilatdar e. Xeyalkirin ku bi cezayên darvekirinê dê serhildana “Jin Jiyan Azadî” were sekinandin. Ev raman, zanistek û felsefeyek e, bêguman felsefe nayê tunekirin.”

‘Ji bêdengiya xwe derkevin’

Ji aliyê din ve rojnamevan Ronak Şêxê destnîşan kir ku ev kiryarên ji bo rejîma Îranê ne nû ne, ji ber ku ew rejîmeke cinayetkar e bi dîroka xwe ya dirêj di tepeserkirina Kurdan de, bi darvekirin û dadgehkirina çalakvanên jin û mêr ên Kurd tê naskirin.

Ronak Şêxê da zanîn ku li dijî pêkanînên rejîma Îranê yên li dijî çalakvanên jinên ên Kurd kampanya li dar xistin û wiha bi dawî kir: “Em civaka navneteweyî û rêxistinên mafên rojnamevanan ku li hemberî van pêkanînên dijmirovahî bêdeng dimîne şermezar dikin. Di heman demê de em jî biryarên nerewa yên dadweriya Îranê şermezar dikin.”