Li dijî çekên kîmyewî ji 561 rewşenbîran bang: Xwedî helwest bin

561 rewşebîrên ji Kurdistanê û derveyî welat dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ser Kurdistanê û bi taybet bikaranîna çekên kîmyawî û bombeyên qedexekirî bang kirin û gotin; “Xwedî helwest bin.”

Navenda Nûçeyan – 561 rewşenbîrên ji Kurdistan û dervey welat, dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên ser azadîxwazên Kurdistanê bi tûndî şermezarkirin. Rewşenbîran bi daxuyaniyekê dijî bikaranîna çekên kîmyawî û bombeyên qedexekirî banga helwest û çalakiyên girseyî kirin.

Di daxuyaniyê de hate tê gotin; “Em weke rewşenbîr, nivîskar, çalakvan, rojnaemvan, hunermend, siyasetmedar, zanistperwer û jîngeparêz, dagirkerî, êriş, qetilkirin, bikaranîna çekên qedexekirî û çekên kîmyawî bi tundî şermezar dikîn.”

‘Di nav 6 mehan de 2 hezar û 400 car çekên kîmyewî bikar anî’

Di daxuyaniya ku tê de hat gotin ku “Di nava 6 mehên borî de, ArtêşaTirk du hezar û 400 û heft caran bombe û çekên kîmyawî bikaranî. Di encama bikaranîna çekên kîmyawî de 80 gerîlayên azadiyê şehîd bûn. Ji bilî vê jîngeha Kurdistanê jehr dike û bi deh hezaran dar birîne.” wiha hat gotin; “Ev hemû êriş û dagirkeriya rejîma Tirk ya ser gelê me û jîngeha Kurdistanê, belgeya faşîstbûn û dagirkeriya dewleta Tirk e. Herwiha ev rastiye jî heye ku ev rejîma faşîst, li hemerî îradeya azadî ya gelê me şikestiye û bê encam maye. Ji bo vê rejîm dixwaze bi terora dewlet û bikaranîna çekên qedexekirî, komkujî û tundiyê gelê Kurd qir bike û demografiya Kurdistanê biguherîne.”

‘PDK’ê rasterast alîkariyê dike, hikumeta Iraqê bêdeng e’

Her wiha di daxuyaniyê de bal li ser alîkariya PDK’ê ya ji dewleta Tirk re hat kişandin û hat diyarkirin ku PDK’ê rasterast alîkarî û piştevaniya êriş û dagirkeriya dewleta Tirk dike; li ser bêdengiya hikumeta Iraqê û saziyên navnetewî jî wiha hat gotin; “Di demek ku ev qas sucên şer û êrişên ne mirovane dijî gelê me û şoreşgeran pêktê, Neteweyên Yekbûyî, parêzerên mafê mirovan, rêxistinên navnetewî ên dijî çekên qedexekirî, parlamenter, konsolosên Ewrupa û dewletên cîhanê bêdengin û ti helwestek nîşan nedane. Herwiha parlamento, Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê, bê helwest in û ti nerazîbûnek nîşan nedane.”

Banga beşdarbûna kampanyayê

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemu rewşenbîran hat kirin ku tevlî kampanyaya li dijî çekên kîmyewî bibin, helwesta xwe ya azadîxwaz nîşan bidin û her wiha bang li hemû aliyên siyasî, rêxistinên sivîl û gelê Kurd hat kirin ku dijî vî sucê şer û terora dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê pêktîne, bi çalakiyên cûr be cûr ên giştî helwesta xwe nîştimanperwer bînin ziman.