Li dijî çekên kîmyewî banga beşdarbûna meşa girseyî

HDK, HDP û Hêzên Tekoşînê ya Yekbûyî bang li her kesê kirin ku beşdarî "Meşa Mirovahiyê ya li dijî Çekên” ku di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê bê lidarxistin, bibin.

Navenda Nûçeyan – Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşînê ya Yekbûyî (BMG) 6'ê Mijdarê li dijî êrişa çekên kîmyewî bi meşe.

Der barê meşa ku tê plankirin di bin navê "'Meşa Mirovahiyê ya li dijî Çekên Kîmyewî' bê lidarxistin, li avahiya parêzgeha Stenbolê ya Beyoglûyê civîna çapemeniyê hat li dar xist.

Gelek siyasetmedar, rêxistinên girseya demokratîk û nûnerên sazî û rêxistinan beşdarî daxuyaniyê bûn, beriya daxuyaniyê kolan û avahiya bajêr ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay beriya daxuyaniya hevpar axivî û diyar kir ku ji ber berdana siyasetmedar Aysel Tugluk a nexweşa demansê, kêfxweş in û got, "Li aliyê din ji ber ku mamoste Şebnem hatiye girtin em xemgîn in. Em ji ber binçavkirin û girtina Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk a zanyar Şebnem Korur Fîncanci ya bi hinceta nirxandinên wê xemgin dibin Divê di zûtirîn demê de bigihijê azadiya xwe.”

‘Li dijî peymanan e’

Serpîl Kemalbay piştre daxuyaniya a çapemeniya hevpar xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye û wiha hat gotin: “Îdiayên ku tê gotin Hêzên Çekdar ên Tirk li dijî endamên PKK’ê çekên kîmyewî bikar anîne, di nava civakê de hêrseke mezin çêkir. Bi qasî ku em ji çapemeniyê hînbûn, tê diyarkirin ku 17 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Encamên cidî yên derbarê bikaranîna çekên kîmyayî yên ku ji bo hemû zindiyan kujer e û di hiqûqa navneteweyî de wek tawan tê dîtin jî nîşan dide ku bi eşkere peymanên navneteweyî yên ku ew alîgirê wan e binpê dike.”

‘Nebin şirîkê vî sûcî’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê sûcdariyan red dike û hat bibîrxistin ku rojnamegerên ku li dijî vî sûcdariyê nûçe çêkirine û yên diaxafîn jî tên hedef nîşan da.

“Em bi girîngî destnîşan dikin, ku eger mîna gotinên berdevkê desthilatdariyê be, eger dane û dîmen şaş bin, ya divê were kirin ne înkarkirina yekser e, divê heyetên serbixwe bişînin herêmê. Asteniya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bu sedema guman û hêrseke mafdar. Divê rêveberiya herêmî ewlekariya heyetan misoger bike û destûrê bide lêkolînkirinê. Divê kes nebe şirîkê vî sûcê şer û li dijî mirovahiyê. Pêwîste di serî de OPCW, Neteweyên Yekbûyî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Yekîtiya Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê. Naxwe wê fikara gelên herêmê mezintir bibe û bibe sedema rûdana komkujiyên hîn mezintir. Roj ne roja bêdengmayinê ye, roja parastina mirovahiyê û rabûna li ber şer e. Em bang li hemû sazî, partiyên siyasî, rêxistinên civakî, gel û mirovên xwedî wijdan ên alîgirê jiyanê ne dikin, ku bikevin nava liv û tevgerê.

Di 6’ê Mijdarê de meş

Li ser vê bingehê em ê di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê meşeke aştî û jiyanê li dijî şer û mirinê lidar bixin. Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku beşdarî vê meşa me ya mafdar bibin. Ya ku civak dixwaze eşkerebûna rastiyê ye. Bi bêdengiyê em ê ti carî nebin şirîkê vî sûcî. Heta ku rastî eşkere bibe em ê dengê xwe bilind bikin û li heqîqetê bigerin. Em vê biryardariya xwe careke din nîşan didin."