Li dibistanên taybet ên Başurê Kurdistanê polîtîkayên bişaftinê
Li Başûrê Kurdistanê, ji ber baykota xwendinê û zêdebûna zimanê biyanî li dibistanên taybet, perwerde tê bişaftin.

HÊRÛ ELÎ
Navenda Nûçeyan – Perwerde, hewildanek ji bo pêşxistina kesan a di aliyê fîzîkî, fikrî, civakî û kesayeta mirov de ye. Perwerde û pergala perwerdê bingehên pêşketina welatan in. Ji ber wê jî, bandorê pêşxistina aborî, çandî, ramyarî û civaka gelan dike.
Dibistanên taybet ên Başûrê Kurdistanê û asimîlasyon
Li başûrê Kurdistanê li kêleka dibistanên dewletê, dibistanên taybet ên bi zimanê Farisî, Tirkî, Ingilîzî, Erebî, Elmanî, Koreya Başûr, Fransî û Îtalî perwerdehî didin jî hene. Li gorî daneyên wezareta perwerdê di sala 2019’an de zêdetirî 300 dibistanên taybet hatine vekirin û xwendina wan bi zimanê biyanî ne û zimanê Kurdî di asta duyem de dimîne. Beşek zêde ji dayîk û bavan bêyî agahiya wan ji xeteriyên van cûreyên xwendina zarokên xwe hebin, bi kêfxweşî zarokên xwe dişînin dibistanên taybet ên bi zimanên biyanî. Ev serwerkirina zimanê biyanî, li ser zimanê dayîk û zimanê netewan, asîmîlasyonkirina bi awayê nerm, bi rêya perwerdê qonax bi qonax bicih dikin. Zarok ji zimanê dayîkê bê par dibin. Xwendina bi zimanê biyanî li zarokan tê ferzkirin.
Avakirina cûdahiya beşan
Pirsgirêkek din a bi rêya xwendinên taybet ku xistine nava civaka Başûrê Kurdistanê, cûdahiya beşan e. Li gorî 20 salên borî ev cûdahiya beşan bi riya dibistanên taybet zêdetir tê hîskirin. Bi awayek hejmarek zêde ya dibistan û pêşdibistanên taybet li herêma Kurdistanê hatine vekirin. Li beramberî pere bi mehane yan jî salane, zarok an jî xwendekar tê de dixwînin. Ew malbatên ku rewşa wan a aborî têr nake, nikarin zarokên xwe bişînin dibistanên taybet. Piraniya malbatan jî xwe dixin rewşek nebaş ku zarokên wan li dibistanên taybet bixwînin.
Ji ber vê dibistanên taybet ên li herêma Kurdistanê bûye awayek çavlêkirinê û çîna sermayedar zarokên xwe dişînin van cûreyên dibistanan. Ji ber vê jî piranî dayîk û bav dibêjin çima zarokên me ji zarokên din kêm bibin û dibin dibistanên taybet.
Li başûrê Kurdistanê dibistanên taybet wek her welatek din ji aliyê hikûmet û wezîrên perwerdeyan ve bi awayek bêplan hatine xwedî bingehkirin. Wisa kirine ku tenê beşek civakê ji vê xwendinê sûdê bigre. Li beramberî van cûreyên dibistanan pereyek zêde distînin. Ev jî dibe sedem ku parçebûna di nava civakê de zêdetir bibe. Di heman demê de xwendina hikûmetê kêm bûye. Her wiha li herêma Kurdistanê bazirganî bi xwendinê tê kirin. Hikûmet û desthilat bi qasî ku girîngiyê didin dibistanên taybet, ewqas girîngî nadin dibistanên dewletê. Salane li gel zêdebûna rêjaye xwendevanan, dibistanên taybet zêde dibe. Ev jî dibe sedem ku xwendina hikûmî kêm bibe. Li dibistanên taybet zêdetir girîngî didin zimanê biyanî. Bi temamî zimanê Kurdî paşguh kirine û dema ku diçin wan dibistanan her di nava dibistanê de tablo û nivîsên ser dîwar û pol, bi zimanê biyanî ne û dirûşmeyek bi zimanê Kurdî tune.
Di demekê de ku ziman yek ji bingehên sereke yên pêkanîna netewan e de ger ku gel bikarin zimanê xwe biparêzin û nehêlin di nava zimanê dagirkeran de winda bibe û tine bibe. Wê demê çanda gel wê zindî bimîne. Xwendina zimanê dayikê di pergala nû ya perwerdê de, ji aliyê hemû netew-dewletan ve rastî girîngiyek zêde tên. Hemû netew, di çarçoveya netew-dewlet de xwedî planek ji bo pêşxistina perwerdê ya bi zimanê netewî ne. Lê belê li herêma Kurdistanê di dibistanên taybet de hewldana ji bo jinavbirina ziman û çanda Kurdî heye. Ji ber ku xwendekaran fêrî hêzkirina welat û sirûda netewî nakin. Her wiha şêwazê karkirina dibistanên taybet, tenê wan jî nirxên wan dûr dixin û girîngî nadin belavkirina zanist û agahiyan. Gel jî rastiyan nizanin.
Dewlata Tirk bi rêya perwerdê dagirkeriyê dike
Di sala 1992’yan de li gel damezrandina hikûmeta başûrê Kurdistanê, wezareta perwerde û xwendinê jî xwendina bi zimanê Kurdî li başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Li gel xwendina hikumî, di sala 1994’an de cara ewil dibistana taybet bi navê zanîngeha Ronakî (Işik) li bajarê Hewlêrê hat vekirin. Li bajarê Silêmanî cara ewil di sala 1997’an de dibistana taybet bi navê koleja Selaheddîn hate vekirin. Herdu jî yên Tirkî bûn. Heta niha jî didomîn û salane ji qonaxa pêşdibistanê bigre heta zanîngehê xwendin heye. Ji derveyî vê niha çend dibistan, peymangeh û zanîngeh hene ku her yek jê ji aliyê dewletên derve bi armancekî li başûrê Kurdistanê hatine vekirin û bi zimanê biyanî û perwerdeya biyanî perwerde dide.
Nedayîna mûçeyê bêparkirina ji xwendin û dibistanê ye
Bi giştî rêjeya bûdçeya ji bo pergala perwerdê hatî veqetandin, li her welatek nîşana girîngiya wê hikûmetê ya ji bo perwerdê ye. Mînak li Emrîkayê bûdçeya wezareta perwerdê du qatî bûtçeya wezareta parastina wî welatî ye. Li başûrê Kurdistanê bûdçeya perwerdê ne li gorî pêwîstiyan e.
Ji sala 2016’an ve ji ber nedayîn û paşxistina mûçeyan, mamoste dibistanan baykot dikin. Heta niha jî hikûmetê nekariye qeyrana mûçe çareser bike. Ev jî zirarek berbiçav dide pêvajoya xwendinê û pergala perwerdê û bandorek xirab li ser navendên xwendinê dike. Desthilatê ji destpêkê ve derî ji vê yekê re vekiriye. Ji bo mayîna xwe pêwîstiya wan bi civakek paşketî û bê zanist heye. Ji ber civakek paşketî tu bandorek xwe nîne. Divê ji bo vê jî destpêkê pergala perwerde û fêrkirinê têk here. Ev jî piştî 33 salan berdewam e. Pergala perwerde û xwendinê li başûrê Kurdistanê, li şûna ku bipêş bikeve, paş ve diçe. Li gorî hemû nêrînan pêvajoya xwendina îsal ji ber xemsariya hikûmetê têk diçe û bi paş dikeve.