Li Derya Spî di heman rojê de du keştiyan qeza kir: 6 kes winda ne

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Derya Spî di 10’ê Nîsanê de du qezayên keştiya koçeberan rûdan. Ji serê salê heta niha 413 koçber di deryayê de winda bûn.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) ragihand ku di 10’ê Nîsanê de du qezayên keştiyên koçberan rûdane.

Berdevkê ofîsa koordînsyona Derya Spî IOM Flavio Di Giacomo der barê qezayên li grava Lampedusa 30 ml li Başûrê Rojhilat de li ser hesabê medyaya dijîtal parvekirin kir. Di parvekirinê de wiha got: “Di qezaya keştiyên beriya du rojan de 25 kes mirin. Beriya wê çend saetan keştiyek din binav bû. Di wê keştiyê de jî 45 kes winda bûn.” Di parvekirinê de ev tişt hat gotin: “Koçberekê diyar kir ku ji herdu qezayên keştiyê rizgar bûye. Kesê ku ji qezaya yekem ya keştiyê rizgar bû, pişt re binav bû, ji aliyê keştiyek biçûk ve hatibû rizgarkirin. Piştre bi koçberên din ên sax nabûn re birin Lampedusayê.”

Hat diyarkirin ku herdu keştî ji hesin hatine çêkirin û ji Tûnisê rabûne, di daxuyaniya 11’ê Nîsanê ji aliyê Fermandariya Ewlehiya peravên Îtalyayê ve hat dayîn û hat ragihand ku ji keştiya biçûk a di 10’ê Nîsanê de bi nav bû, 22 kes hatine rizgarkirin, cenazeyên 9 kesan hatine derxistin.

Di 3 mehan de 413 koçber di deryayê de winda bûn

Li gorî daneyên IOM’yê, di nîvê Derya Spî de ji serê salê heta 10’ê Nîsanê 413 koçber di deryayê de winda bûne. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hindir a Îtalyayê ji 1’ê Çileyê heta 12’ê Nîsanê hejmara koçberên bi riya deryayê hatine welat bûye 16 hezar û 093. Sala borî di heman demê de ev hejmar weke 32 hezar û 324 ketibû qeydan.