Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meşiyan

Li Dêrsimê li dijî qedexekirina 20’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi hezaran kes meşiyan.

Dêrsîm - Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzûrê ragihand ku ji ber qedexeyên Walîtiya Dersîmê mihrîcan hatiye betalkirin. Bi hezaran kes li dijî biryara qedexeyê meşiyan.

20'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi şîara "Em xwezayê li dijî talana madenê, jiyanê li dijî talanê, hunerê li dijî qedexeyan diparêzin" di navbera 21-24'ê Tîrmehê de hat plankirin.

Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê diyar kir ku li dijî qedexeyên walîtiyê helwesta li dijî betalkirina mîhrîcanê nîşan dane. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Alîcan Onlû û Pêro Dundar jî di nav de bi hezaran kes li dijî hin qedexeyên walîtiyê meşiyan. 

Girse bi dirûşmeyên “Cejn a gelan e, nayê qedexekirin”, “Dêrsim rûmet e, rûmeta xwe biparêze”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” ber bi qada Seyîd Riza ve meşiyan. Di daxuyaniya ku li Qada Seyît Riza hat dayîn de biryara qedexeyê hat şermezarkirin.

“Em dixwazin gel bi azadî hevdîtinê pêk bîne”

Daxwazên gelê Dêrsimê yên têkildarî festîvalê wiha ne:

* Li bajarê me stargehên xwendekaran ên ku mafên bikaranîna wan a gel e, ji mêvanên ku ji derve tên ji bo festîvalê bên vekirin.

 * Divê stad ji çalakiyên konseran re bê vekirin.

 * Divê qedexeyên hatinûçûnê yên li bajêr bên rakirin û qedexe û êrîşên li ser hunerê demildest bên rawestandin. Divê di zûtirîn demê de ketina komên muzîkê yên ku bernameya konsera wan a sibe tê plankirin, bo bajêr bê misogerkirin.

 * Li dijî xizanî, gendelî, asîmîlasyon, qetlîamên xwezayê bi meşê daxuyaniya çapemeniyê mafekî bingehîn ê destûra bingehîn e û nayê astengkirin.

 *Qedexeyên bername û qedexeyên din ên ku bi mebesta valakirina Mîhrîcana Çand û Xwezaya me ya Munzurê ku bi nirxên gelê me hatiye avakirin, divê demildest bi dawî bibin.

 * Li şûna astengkirina beşdarbûna bi deh hezaran gelê me ya ji bo çalakiyên li ser ziman, çand û xwezayê yên muzîk, huner, siyasetê; em dixwazin mekanîzmayên ku dê bi awayekî azad hevdîtinan pêk bînin, bikeve meriyetê.