Li Dersîmê 5 jin hatin binçavkirin

Li navçeya Qisle û Navenda Dersimê, di serdegirtina malan de di navde Torun Dilsiz ê 71 salî, 5 jin hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Qisle û Navenda Dersimê, li ser malande hate girtin. Di serdegirtina malan ya li Dersîmê de Makbule Nakiş, Emîne û Eylem Surgeç hatin binçavkirin, li navçeya Qisle jî Torun Dilsiz (71) û keça wê Ozlem Dilsiz Çakmak hatin binçavkirin. Hate zanîn ku rewşa tendirûstiya Torun Dilsiz ne başe û li ser hişê xwe çûye.

Hate zanîn ku 5 jin bi îdeayên ‘Endamtiya rêxistinê’ û ‘alîkariya rêxistinê’ hatine binçavkirin.