Li Deriyê Kersê yê Şengalê pîrozbahiya 8’ê Adarê
Jinên Êzidî û Ereb ên Şengalê li Deriyê Kersê ighan hev, bi hêrsa li dijî ferman, qirkirin û êrîşên li ser jinan 8’ê Adarê bi soza mîsogerkirina jiyana azad a jinê pîroz dikin
Şengal-Li Şengalê piştî çalakiyên ku hefteyek e berdewam dike bi dirûşma “Yekîtî û Têkoşîna Jinê Wê Pêşî li Fermanan Bigire, Xweseriya Şengalê Ava Bike” berdewam dikin. Îro jî bi heman armancê Şahiya 8’ê Adarê li Deriyê Kersê ya Çiyayê Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) tê pîroz kirin. Di saetên nîvro de bi sedan jinên ciwan û dayikên Şengalê li Baxçeya Serokatî yê li Deriyê Kersê kom bûn û li gel stran û govendê bi coşeke mezin dest bi pîrozbahiya rojê kirin. Deriyê Kersê yê ketina Çiyayê Şengalê ye ku di fermana 3 yê Tebaxa 2014’an de parêzvanî ji Şengaliyan re kiribû û di wê neqevê de bi sedhezaran Êzidî xwe gihandibûn çiyayê pîroz û li hemberî çeteyên DAIŞ’ê xwe spartibûnê. Di serî de jinên Êzidî, hemû jinên Şengalê di nav çend salan de zincîrên koletiyê parçe kirin û niha bi yekîtî û pêşengiya jinan ev qada ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve di fermanê de hatibû dorpêçkirin, veguherandin qada azadiya jinên Şengalê.
Di şahiyê de bernameyên hunerî
Jinên Şengalî bi bawerî soza bilindikirina têkoşîna azadiya jinê û avakirina xweseriya Şengalê bi coşeke mezin dest bi şahiyê kirin. Di bernameya şahiyê de axaftinên derbarê wateya rojê de û bernameyek dewlemend a hunerî heye. Di çarçoweya bernameyê de wê koma govendê, Koma Kulîlkên Adarê, Koma Karateyê ya şervanên YJŞ’ê Koma Ş.Melsa, Koma Şanoyê, Koma Hêviyên Jiyanê, Koma Erbanê û Koma Stêrkên Sor hunera xwe pêşkeş bikin. Her wiha Koma Hêviyên Jinên Şengalê û hunermend Îda Şengalî jî wê bi stranên xwe coşa 8’ê Adarê bilind bikin.
“7 sal in em li hemberî dagikerî û qirkirinê li ber xwe didin”
Bernameya şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştî xêrhatina mêvanan, Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico, li ser navê jinên Êzidî axaftinek kir û cejna 8’ê Adarê pîroz kir. Riham Hico di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wek jinên Şengalê bi serhildanê vê rojê pîroz dikin û wiha axivî: “Êrîşên li ser jinan û civakan berdewam dike. Jin û civak têne koçberkirin, welat têne dagirkirin. Em wekî jinên Êzidî 7 sal in me li hemberî dagirkerî û qirkirinê, li hemberî plan û komployan li ber xwe dane. Em dibêjin ku çiqasî êrîş dijwar dibe jî, emê wekî jinên Êzidî tu carî serî netewînin. Em ne tenê ji bo Êzidiyan têkoşînê dikin. Xebatên me ji bo tevahiya jinan e. Emê ji bo jinên Êzidî, jinên Iraqê şoreşeke zêhnî pêş bixin.”
“Wê Şengal bi pêşengiya jinan ji nû ve ava bibe”
Riham Hico bibîrxist ku piştî fermana 2014’an di nav 7 salên borî de jinên Êzidî têkoşîneke bêhempa meşandiye û wiha berdewam kir: “Êrîşên dijwar li ser me têne meşandin. Ji bo jinên Êzidî her roj 8’ê Adarê ye. Her roj em di nav têkoşîn û serhildanê de ne. Roj nîne jinên Êzidî nayê kuştin, roj nîne îşkence û tecawiz li jinan nayê kirin. Em wekî TAJÊ, bi wesileya 8’ê Adarê vê sozê didin; ji bo yekîtî, rêxistinbûna jinan, ji bo em azad bijîn, ji bo em ji desthilatdariyê xilas bikin ji bo em xweseriya Şengalê ava bikin emê heya dawî têkoşînê bimeşînin. Em di vê rê de bawer in, em vê rojê dikin wesileya Şengala xweser, demokratîk û azad. Roj roja jina ye, wê Şengal bi pêşengiya jinan ava bibe.”
“Em ji bo jiyanek azad têkoşîn dikin”
Ji Fermandariya Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Întîqam jî di serî de 8’ê Adarê li hemû jinên berxwedêr pîroz kir û wiha got: “Em di rojeke bi heybet de ne, rojekî tijî têkoşîn de ne. Sistema baviksalarî bi şidet û wehşet xwe dide berdewam kirin. Ne tenê rojekê, em ji bo jiyaneke azad têkoşîn dikin. Bi sedan jin bi têkoşîna xwe mohra xwe li dîrokê xistin. Êrîşên ku li ser gelê me, di şexsê jinê de tê meşandin, êrîşên dagirkirina jiyana azad e.”
“Em hemû jinan dawetî têkoşînê dikin”
Fermandar Axîn Întîqam bi van gotinan bang li hemû jinên ciwan kir ku tevlî têkoşîna azadiyê bibin: “Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku çeka tolhildanê rakin. Em hemû jinên ciwan dawetî vê têkoşînê dikin. Yê ku jinê bigihine azadiyê felsefeya Rêber Apo ye. Em bi silaveke germ 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikin.”
Piştî axaftinan bernama 8’ê Adarê bi çalakiyên hunerî berdewam dike.