Li Dêrazorê tecrîta li ser Abdullah Ocalan hat şermezarkirin

Meclisa Komabûna Jinan a Zenûbiya tecrîta girankirî û dirêjkirina ‘Cezayên dîsplînê’ yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Navenda Nûçeyan-Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Malbatên Şehîdan, li pêş navenda kombûnê ya li Dêrazorê kom bûn û têkildarî biryara dirêjkirina ˊCezayên dîsplînêˊ heta 3 meh din li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. 

Endama meclisê Lîna El Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de berdewama tecrîda mutleq li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexeya peywendiya wî bi derve re û hevdîtina wî bi malbat û parêzeran re ji hêla desthilatên dewleta Tirk hatin şermezar kirin.

Kombûnê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û tecrîda mutleq a li dijî Abdullah Ocalan li cîhanê tevahî tune ye û di tu destûr û qanûnekê de tune ye. Ew tenê xwe dispêre metodeke dijminane.

Di dawiyê de pergala îşkence, tecrîd û cezayên dîsplînê yên li dijî Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û hate gotin dê tevger û rêxistinên jinan têkoşîna xwe ji pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bikin.