Li Dêrezorê cenazeyê endama ragihandinê ya Komîteya Jinan hat dîtin
Şêniyên bajarê Dêrezorê cenazeyê endama ragihandinê ya Komîteya Jinan Menal Salih El-Mizel a Dêrezorê dîtin.
Navenda Nûçeyan - Li gorî Ajansa Hawarê, Menal Salih El-Mezal a 22 salî ku di Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrezorê de dixebitî, hat qetilkirin. Şêniyên bajarê Dêrezorê cenazeyê Menal Salih El-Mizel, serêjêkirî di maleke kavil de li nêzî kampa bajarokê Mihêmîd ê rojavayê Dêrezorê dîtin.
Menal Salih El-Mizel ji gundê Cewala yê Dêrezorê yê di bin serweriya hikumeta Şamê de ye û ji neçarî ji wir koçber bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîn dan destpêkirin.